Panorama Cîhanê

2019’an ‘şerê bazirganî û teknolojîk’ bi asta cîhanî beloq bû, yek ji xala dî ya sereke ku derketî pêş jî ew bû ku pergala cîhanê ya li ser netew-dewletê ava bûyî, ji bo ku hebûna xwe bidomîne, zêdetir pişta xwe da faşîzmê.

2019’an dabeşbûna ne dadmendî ya dahatê, ziyana li ekolojiye, şer,bidestxistina hewcehiyên sereke 2019’an girantir bûn, her wiha 2019’an çekdarbûna pergala dewletî li xwe zêde kir.

Şerê bazirganî yê di navbeyna DYE û Çînê de, hewldana bi zorê guherandina rêveberiyên Emerîkaya Latîn, krîza Keşmîrê ya di navbeyna Hindistan û Pakîstanê de, destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê û Libyayê, Brexît a Ingilstanê, têkçûna DAÎŞ’ê ya li bejahiyê, li çar hêlên cîhanê ceribandinên moşekan ên bi mesafeya dirêj û navîn, mohra xwe li sala 2019’an dan.

Hin bûyer û geşedanên ku 2019’an deng dane wiha ne:

ÇILE

*Serokê DYE’yê Donald Trûmp dawiya 2018’an got ew ê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin.

*Nancy Pelosî ku di dîroka Emerîkayê de hatî pozisyona jina herî xurt sond xwar û hate ser Seroktiya Meclîsa Nûneran. Pelosî, endama partiya Demokratan cara duyan e ku li ser vî qoltixî rûdine. Di nav 50 salî de cara pêşî ye ku eynî kes du caran li heman qoltixî rûdine.

*Serê salê bilançoya qezayên balafiran a 2018’an hate parvekirin, li gorî vê 500 kes bi qezaya balafiran mirine.

Sondaya fezayê ya NASAY’yê New Horîzonsê ragihand ew di ser cisme ezmanî Ultîma Thûle re çûne, ku ev cizim 6,4 milyar km dûrî cîhanê ye.

*Çînê ragihand wan bombeya bi navê megayê ceribandine.

*Piştî şerê 10 rojan El Nûsra derbeke giran li komên bi desteta Tirkan xistin û 90 ji 100’î yê Idlibê kete destê El Nûsra. Bi vî rengî 13 cihên çavdêr ên dewleta  Tirk ketin ber kontrola El Nûsra.

Serheng Senat Ryan, berdevkê koalisyona têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ragihand, mîna ku plansaziya wê hatî kirin, ew ji Sûriyê vedikişin.

*Alîkarê  Serokdewletê DYE’yê Pence derbarê leşkerên Emerîkî yên il Sûriyê got,’’Em yekîneyên xwe tînin malê, DAÎŞ têk çû.’’

*Li Mûsilê ya Iraqê goreke komî hate dîtin, tê de 38 termên jinan hebûn.

*Li Davosê Forûma Aborî ya Cîhanê çêbû, Serokdewletê DYE’yê tevlî civînê nebû.

*Li Îranê Facebook, Twîtter û Telegra, Instagram hate qedexekirin, li welêt ev û sedema helwestên mezin.

*Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp stratejiyanû ya moşekan a DYE’yê ragihand. Diya kir bi çarçoweya stratejiyên nû wê karibin sensoran li fezayê bi cih bikin.

*Senatorê Komarparêz Çile li Enqereyê bû, piştî hevdîtinan got, ‘’Em herêma ewle ya li Bakurê Sûriyê ji bo Tirkiyê dixwazin.’’

*Serokwezîrê Israîlê Netanyahû ragihand artêşa Israîlê li Şamê li cihên Îranê û Hîzbûllahê daye.

*Li dijî Serokdewletê Wenezûelayê Nîcolas Madûr darbeyeke leşkerî hate kirin. Serokê Parlamentoyê Juan Guaîdo yê bi desteka DYE’yê xwe weke ku Serokdewlet be ragihand, gel li dijî darbeyê derket kuçeyan.

*Serokdewletê Çînê Xi Jînpîng got, Tayvan ‘’parçeyekî Çînê ye’’ û kesek wê nikaribe vê rastiyê biguherîne.

*Ajansa Fezayê ya Ewropayê ragihand ku ew plansaziya wê dikin 2025’an biçin serê Heyvê.

*50 kesên ku xelata aştiyê ya Nobelê standibûn ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe nameyeke hevpar ji saziyên navntewî re şandin. Di nameye de hate xwestin tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê were rakirin.

*Li parlamentoya Ingilistanê Brexît hate dengdan, bi 432 dengan hate redkirin.

*Talîbanan êrîşek bire ser baregeheke leşkerî û 126 hêzÊn çekdar ên Efxan hatin kuştin.

*Leşkerên Tirk ên baregehên leşkerî yên Tirk ên li Şeladizê û Bamernê li sivîlan reşand û çend sivîl şehîd bûn. Li ser vê gelê Başûr rabû ser piyan, bi ser baregehên leşkerî yên Tirk de girt û baregeh şewitandin.

SIBAT

*Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn, Alexandr Lavrentyev ji bo Hevdîtina Komîteya Destûrê ya Sûriyê serdana Enqerê kir.

*Elmanya, Fransa û Ingilstan, piştî haziriyên bi mehan ji bo ku ambargoya DYE’yê ya li ser Îranê bêrî bibin mekanîzmayeke nû danîn. Li gel ambargoya DYE’yê jî, bi mekanîzmayeke bi navê INSTEX’ê hate gotin wê bazirganiya li gel Îranê were domandin.

*Li Lûbnanê piştî hilbijartina giştî ya 6’ê Gulana 2018’an bi 9 mehan hikûmet ava bû. Hikûmet bi lîdertiya Saad Harîrî ava bû û di nav hikûmetê de 4 wezîrên nû yên jin hebûn.

*Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp di axaftina xwe de ya banga li neteweyê de got, ‘’Leşkerên me hema hema ev 19 sal in li Rojhilata Navîn şer dikin. Me ji 7 trilyon dolarî zêdetir pere li şerê Rojhilata Navîn xerc kir. Êdî dema wê hatiye ku leşkerên me vegerin mala xwe.’’

Endamên NATO’yê protokola tevlêbûna li Pakta Atlantîka Bakûr a Mekadonyayê îmze kirin. Mekadonya ji bo bibe endamê 30’yî yê NATO’yê gavek avêt.

*Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo civînên muzakereyan ên bi nûnerên Qutikzeran re rê ve bibe, serdanên xwe yên derveyî welat ên heta 15’ê Adarê betal kir.

*Li Polonyayê bi pêşengiya Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ji bo ku zexta li ser Îranê were zêdekirin Konferansa Rojhilata Navîn pêk hat.

*Hikûmeta Makedonyayê ragihand ji bo ku navê welêt bikin Komara Makedonyaya Bakur, guherîna destûre di rojnameya fermî de  hatiye weşandin û guherîn pêk hatiye.

*Komîsyona Yekîtiya Ewroayê ragihand li ser mijara rojanekieina yasayên derbarê mafê telîfê de, di danûstandinan de lihevkirinek çêbûye. Bi verastkirina mafê telîfê yê nû re, ji bo ku nüce di platformên înternetê yên mîna Google de biweşînin, hilberînên naverokê bi pereyean divê lîsansê bistînin.

*Beriya hilbijartina serokdewletiyê li Nîjeryayê, li eyaleta Kadûnê êrîşeke çekdarî çêbû û 66 kes hatin kuştin.

Ji hevdîtinên di navbeyna komên Filistînê de, ya bi navbeynkariya Rûsyayê ti encam derneket.

*Parlamentoya Misrê yasya ku peywira Serokkomar ji 4 salan hilde 6 salan û li ser hev bikaribe 2 caran li ser kar bimîne pejirand.

*Meclîsa Nûneran, qadanê jêr ê Kongreya DYE’yê pêşnûmeya yasayê ku dixwest Emerîka nema desteka leşkerî bide Siûdî ya ku şerê Yemenê dike, qebûl kir.

*Li Kaşmîrê ya ku di navbeyna Hindistan û Pakîstanê de herêmeke bi problem e bi kêmanî 44 leşkerên Hindû hatin kuştin, 20 jê birîndar bûn. Di navbeyna du welatan de rageşî zêde bû.

*Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê diyar kir li Enbarê şaneyeke veşartî ya mezin a DAÎŞ’ê hatiye tinekirin. Di operasyonan de 186 kes hatine girtin.

*Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Mîke Pompeo got bi wan welatan re ku pergala Huaweî dixebitînin, wê hevkariyê nekin û agahiyê par ve nekin. Serokdewlet Trûmp jî got ew demildest dixwaze teknolojiya 5G ya şîrketa Huaweî li DYE’yê bibine.

*Pêşnûmeya biryarê ya pêşniyar dike muzakereyên endamtiyê ya di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de were sekinadin, li Komîsyona Karê Derve bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

*Darizandina rêveberên Katalan ên dilxwazên serxwebûnê hatin darizandin. Hate xwestin ku siyasiyên girtî bêne berdan.

*Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê serlêdana li dijî binavkirina Heskîfê red kir.

*Bi hezaran kesên ku li Ernawiûtê dixwazin hikûmet îstîfa bike xwe berdane kuçeyan.

ADAR

*Serokdewletê Rûsyayê V. Pûtîn cara 15’an li Meclîsa Federal axivî û got, ‘’Rûsya ji bo pêşveçûnê xwedî derfetên fînansî ye ku ji bo bernameyên hewce bi kar bîne, bila dijminên me menzîla çekên me baş hesêb bikin.’’

*Amûra fezayê Hayabusa2 a Japonyayê ji bo ku li pergala rojê şopa destpêka jiyanê bibine, şande asteroide ku 300 milyon km dûr e.

*Daneyên projeyeke lêkolînê ya bi navê #GermanArms çespand ku Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî di şerê Yemenê de çek û teknolojiya Elmanya bi kar anîne.

*Şîrketa enerjiye ya Emerîkayê Exxonmobîl ragihand li Rojhilatê Deryaya Spî mezintirîn rezerve 3’an a gaza sirûştî ya cîhanê hatiye dîtin.

*Trûmp got ew serweriya Israîlê ya li Girên Golanê ya li ser sînorê Sûriyê nas dike.

*NY’yê di raporekê de ya li ser Sûriyê ragihand, ew bawer dikin ku li Efrînê sûcên şer hatine kirin. Di raporê de destgîrkirinên kêfî, tacîw, bertil, talana leşkerên Tirk hatin destnîşankirin.

*Adarê di sala 9’an a şerê Surûiyê de dewletên ku tevlî konferansa navnetewî ya ji bo Sûriye bûn, soz dan ku ji bo alîkariya bi sivîlan re 7 milyar dolar alîkariyê bidin.

Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) rapora transfera çekan a global ragihand. Li gorî raporê qeberaya transfera çekan li cîhanê di navbeyna 2014-2018’an de li gorî 4 salên beriya xwe 7,8 ji 100’î zêde bû. Şampiyonên îxracata çekan bi rêzê bûne DYE, Rûsya, Fransa, Elmanya û Çîn.

*Senatoya Fransayê lêpirsîneke mezin li ser Emmanuel Macron, Serokkomarê Fransayê vekir, ku Macron di çalakiyên Qutikzeran de pir ji hêz ket. Senatoyê, ku muxalefet lê xurt e, zêrevanê nêz ên Macron û 3 bûrokratên paye bilind ê Macron sewkî mehkemê kir.

*Yekîtiya Ewropayê ji berk u di reklama înternetê de serdestiya piyasetê bi nebaşî xebitandiye, 1 milyar û 490 milyon Euro ceza li Google birî.

*Li rojhilatê EKomara Demokratîk a Kongoyê ji ber vîrûsa Ebolayê 600 kes mirin, 314 kesê ku vîrûs di wan geriyabû baş bûn.

* Li Zelandaya nû êrîşeke çekdar birin ser du mizgefan û 50 kes hatin kuştin.

*Alîkarê Serokê DYE’yê yê berê Joe Bîden ragihand 2020’an di hilbijartina seroktiyê de ji Partiya Demokrat wê bibe namzet.

*Pêngava Bagera Cizîrê ku QSD’ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) dabûne destpêkirin qediya. QSD’ê bi vê re li qadê dawî li DAÎŞ’ê anî.

*Meclîsa hevpar ku Elmanya û Fransayê danî, cara pêşî li hev rûnişt. Ji her welatî 50 parlamener tevlî meclîsê bû û meclis li Parîsê hate vekirin.

*Serokdewletê Qezakîstanê Nursultan Nazarbayev ku ji 1991’ê ve li ser kar bû, îstîfa kir.

NÎSAN

*Di kombûna sala 70’yî ya damezirina NATO’yê de welatên endam peyama yekîtiyê dan. Rûsya bi polîtîkayên êrîşkar hate tawanbarkirin û li dijî Rûsyayê biryara çalakiyan hate standin.

*Li Cezayirê piştî protestoyên ku mehekê domandin, Serokdewletê 82 salî Evdilezîz Buteflîka ji kar vekişiya.

*Li gorî nûçeyekê ya di malpera înternetê Scîence Alertê, lêkolan û arkeologan diyar kirin wan li Girava Luzonê ya Filîpînan bi fosîlên ku dîtine celebekî nû yê mirovan dîtine. Navê Homo Luzonensîs li vî celebê nû yê mirovan kirin.

*Li gorî ankêta hilbijartina giştî ya pêşwext a Israîlê partiya Serokwezîr Netanyahû Lîkûd û rikberê wê Tifaqa Şîn-Spî ji hilbijartinê weke hev derketin.

*Di rêza azadiya çapemeniyê ya 2019’an de ku Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas par ve kiriye, Tirkiye di rêza 157’an de ye.

*Wezîrê Gihandinê yê Sûriyê ragihand şîrketa Stroytransgazê ku lengergeha Tartûsê ji bo 49 salan wê bistîne, wê bihayê 500 milyon dolarî veberhênanê lebike û lehnergehê ji keştiyên mezin ên kargoyê re kêrhatî bike.

*Li Srîlankayê êrîşên hevdemî birin ser ayinên Paskalyayê û 253 kes mirin, 400 kes birîndar bû.

GULAN

*Piştî referandûma li herêma Katalonyayê ya li Îspanyayê û kampanyaya li dijî îlana wê hate qedexekirin ku serokên Katalan ên li derveyî welat tevlî hilbijartinên Parlementoya Ewropayê bibin.

*Wezareta Karê Derve ya DYE biryar da ku bi qasî 6 milyar dolar çekan bifiroşe Bahreyn û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî.

*Wekîlê Wezîrê Parastinê Patrîck Shanahan biryar da ku pergala fuzeyên Patrîot li Rojhilata Navîn were bicihkirin.

*Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Tirkiye û Katarê çek dane Lîbyayê, ji ber vê jî wan jî lêpirsîn dane destpêkirin.

*Çînê bertek nîşanî ambargoyên li ser Îranê da.

*Fîrmaya teknolojiya fezayê ya DYE SpaceX’ê roketa Falcon 9 a ku tê de 60 peyk hene, şand rêgeha jêrîn a cîhanê.

* Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Nûnerên DYE diyar kir ku heke Tirkiye ji Rûsyayê S-400’an bistîne wê pêşnûmaya biryara ji bo ku ji bernameya F 35 derkevin qebûl kirine.

*Serokwezîra Îngîltereyê Therese May ji ber ku çareserî ji kaosa Brexîtê re nedîtibû, di 7’ê Hezîranê de li Londrayê diyar kir ku wê îstîfa kiriye.

*Hate diyarkirin ku lîstika komputerê ya ki Call of Dûty di wersîyona xwe ya nû de îlhama xwe ji hêzên YPG’ê wergirtiye.

HEZÎRAN

*Şîrketa mezin a telekomê ya Çînê Hûaweî ji bo pêşxistine teknolojiya 5G bi şîrketa Rûsyayê ya MTS’ê re li hev kirin.

*Li Kanadayê di sê salên dawîn de bi hezaran jin hatibûn qetilkirin û piştî lêpirsîna fermî hate diyarkirin ku kuştina jinan qirkirin e.

*Koma G20 ji bo baceke zêde bidin Google, Facebook, Apple û Amazonê biryareke hevpar stendin.

* Serokê Şîî yê Iraqê Mukteda El Sadr êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

*Yekîtiya Ewropayê Rûsya wekî berpirsê şerê li rojhilatê Ukraynayê diyar kir û biryar da ku ew ambargoyan 6 mehên din dirêj bikin.

* Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê raporeke hevpar weşand. Li gorî raporê nêzî 2 milyar û 200 milyon kes nikarin ava paqij bi dest bixin.

* Îranê diyar kir ku wesayîteke hewayî ya bêmirov a DYE ketiye qada wan û wan jî li vê wesayîtê dane.

* Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî diyar kir ku kapsula MS 11 a ku 204 roj in li ser peywirê bû daketiye Kazakistanê. Li gorî daxuyaniya fermî ya Ajansa Ûzayê ya Federal a Rûsyayê rewşa astronotan baş e û astronoton hin xebatên zanistî kirine.

TÎRMEH

*Di hefteya pêşîn a Tîrmehê de li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Forûma Navneteweyî ya DAÎŞ’ê hate lidarxistin û ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya dadgeheke navneteweyî were avakirin nîqaş hate kirin.

* S-400 di meha Tîrmehê de teslîmata wan hate kirin û ji bo ku Tirkiye ji bernameya F-35 were derxistin û ambargo were pêkanîn, biryar hatin stendin.

* Li geliyê Cebelîtarikê Îngîltereyê dest danî ser keştiyeke Îranê, Îranê jî li Geliyê Hurmuzê dest danî ser tankera petrolê ya Îngîlîzan.

* Lubnanê diyar kir ku wan jî piştî Nîsana 2019’an dest pê kirine ku li Behra Spî li gaza xwezayî bigerin.

TEBAX

*DYE xwe ji Peymana Hêzên Nukleer ên Menzîlnavîn vekişand ya ku di sala 1987’an de hatibû avakirin û Rûsya jî tê de bû.

*DYE qedexe kir ku saziyên dewletê ji şîrketên Çînê yên wekî Hûawezî, ZTE, Hytera, Hîkvîsîon û Dahûayê tiştan bistîne.

*Serokwezîrê Fransayê Emanûel Macron û Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs diyar kir ku wê binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Kibrisê tolere nekin.

* Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku ji bo pêşîlegirtina berjewendiyên DYE’yê wan Fermandariya Hêzên Fezayê ava kirine.

* Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kir ku di 6 mehên pêşîn de li Ewropayê 90 hezar nexweşên sorikê tespît kirine.

ÎLON

*Şaxeke FARC’ê dîsa dest bi têkoşîna çekdarî kir. FARC’ê di sala 2016’an de bi hikumeta Kolombiyayê re peymana agirbestê çêkiribû.

*Eûrojûstê danegeheke hevpar ava kir. Ji bo kesên ku tevlî nav DAÎŞ’ê bûne û piştre vedigerin Ewropayê werin darizandin, ev danegeh hate avakirin.

* Hate diyarkirin ku Îsraîl ji bo li Trûmp û koma wî guhdar bike li derdora Qesra Spî sîxurî hatiye kirin.

* Bi wesayîtên hewayî êrîşî tesîsa herî mezin a petrolê ya Siûdî Erebistan û ya cîhanê Aramcoyê hate kirin. DYE diyar kir ku Îran ev êrîş kiriye. Îranê ev sûcdarî qebûl nekir.

* Parlementoya Ewropayê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyyûman ên li ser şaredariyan biryarek stend.

*DYE patrîotê dişîne ji Siûdî Erebistanê. Hate diyarkirin ku ji bo Siûdî Erebistan karibe xwe li hemberî Îranê biparêze, ev patrîot hatine şandin.

COTMEH

*Konseya Serweriyê ya Sûdanê û Desteya Wezîran li hev rûniştin û diyar kirin ku ji bo belavoka destûra bingehîn li hev kirine.

* Di 9’ê Cotmehê de bi pesendkirina DYE û Rûsyayê dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

* Di 17’ê Cotmehê de bi pêşengiya Mîke Pence yê DYE li Enqereyê di navbera DYE û Tirkiyeyê peymanek hate îmzekirin.

* Di 22ê Cotmehê de di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Erdogan de peymaneke din hate îmzekirin a ku beşeke dagirkeriya li Sûriyeyê pesend dike.

MIJDAR

*Li Şîlîyê piştî protestoyên du hefteyan hikumetê bi paş ve gav avêt û baca li ser şîrketan da sekinandin.

* Dema Serokwezîrê Karê Derve yê DYE Mîke Pompeo çû serdana Berlînê, Kurdan ew protesto kirin.

*KCDK-E’yê li hemberî dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9,10 û 11’ê Mijdarê de banga çalakiyan kir.

* Şêwirmendê Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Sûriyeyê Wîllîam Roebûck ji bo ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê nedaye sekinandin, ew rexne kir.

*Senator Graham ê tevlî hevdîtina Erdogan û Trûmp bû, diyar kir dibe ku zextên li ser Tirkiyeyê li Senatoyê were qebûlkirin.

*Serokdewletê Bolîvyayê Morales ku piştî darbeyê xwe li Meksîkayê girt, ji paytexta Meksîka Meksîkoyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di hilbijartina pêşwext de nebe namzet.

*Li Lubnayê xwepêşandanên ku bi nerazîbûna li krîza boriyê û polîtîkayên bacê yên hikumetê dest pê kirin û di 29'ê Cotmehê de di encamê de Serokwezîr Saad el Harîrî îstifa kir, xwepêşandan kêm bûn. Lê belê di meha Mijdarê de ji nû ve zêde bûn.

*Li Îranê piştî ku buhayê benzînê bi 50 ji sedî hate zêdekirin li tevahiya welêt xwepêşandanên ji bo şermezarkirina desthilatdariyê dest pê kirin. Bi rojan li tevahiya Îranê înternet hate birîn. Hate ragihandin ku di dema çalakiyan de bi sedan kes hatin qetilkirin.

*Lîderê Partiya Lîberal Jûstîn Trûdeaû ku li Kanadayê di 21'ê Cotmehê de di hilbijartinên giştî yên federal de bi ser ket, lê belê bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdar, hikumeta hindikahiyan ava kir. Trûdeaû di dawiya meha Mijdarê de sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir.

*Donald Tûsk ku 5 salan Serokatî ji Konseya Yekîtiya Ewropayê re kir, wezîfeya xwe radestî Serokwezîrê berê yê Belçîkayê Charles Mîchel kir.

*Şîrketa mezin a otomobîlan a Elman Daîmler ragihand ku heta sala 2022'an ji bo karibe bi milyarek Euro teserûfê bike wê karkeran ji kar derxîne.

KANÛN

*Di 3-4'ê Kanûnê de li Londonê civîna bilind a NATO'yê pêk hat. Gotinên Serokkomarê Fransayê Marcon mohra xwe li civînê xist. Macron ragihand ku hêzên Tirkiyeyê yên êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin têkiliya xwe bi DAÎŞ'ê re hene.

*Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku li Zîmbabwe ku welatekî xizan ê Efrîkayê ye dibe ku bi milyonan mirov bikevin nava metirsiya birçîbûnê.

*Hikumeta Sûdanê qanûna ji bo tasfiyekirina Rejîma Rizgariyê ku 30 salan welat bi rê ve bir pejirand.

*Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî di encama xwepêşandanên şermezarkirinê de ku 1'ê Cotmehê dest pê kirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, di destpêka meha Kanûnê de îstifa kir.

*Seroka Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Nancy Pelosî ferman da Komîteya Edaletê ku ji bo dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp bikeve nava liv û tevgerê.

*Sendîkayên Fransayê û çar rêxistinên ciwanan di meha dawî ya salê de ji bo rawestandina pêşnûmeya reforma teqawîtiyê ya hikumetê greva giştî ragihandin, daketin qadan û jiyan teviandin.

*Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyan ên ji 4 parçeyên Kurdistanê ku nêzî 100 kesayet bûn, ji bo banga yekîtiya neteweyî bikin ji Lozanê heta Cenevreyê ji bo 2 rojan meşiyan.

*Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Mark Esper ragihand ku vekişîna hêzên DYE'yê ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê temam bûye û li Sûriyeyê 600 leşkerên DYE'yî mane.

*DYE'yê piştî 3 mehan ragihand ku li Qatarê ji nû ve bi heyeta Talîbanê re dest bi hevdîtinan kirine.

*Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Bûlgaristan sûcdar kir ku Herka Tirk bi zanebûn asteng kiriye û diyar kir ku eger pêwîstî pê hebe wê vî welatî ji rêgehê derxîne.

*Lîderên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev kom bûn û ragihandin ku peymana navbera Tirkiye û Lîbyayê de li ser Derya Spî hate îmzekirin derbasdar nîne.

*Senato ku baskê jorîn ê Kongreya Emerîkayê ye pêşnûme qanûna Qirkirina Ermenan nas dike bi yek dengî pejirand.

*Pêşnûme qanûna pêkanînên li dijî Tirkiyeyê ku ji ber S-400'î kete rojevê ji aliyê Meclîsa Nûneran a Emerîkayê ve hate pejirandin. Pêşnûme xeta lûleyên gaza xwezayî yên Rûs ên ber bi Ewropayê ve kir hedef.

*Di encamnameya konferansa Rojava ya navneteweyî de ku li Brukselê du rojan dewam kir, bang hate kirin ku rêveberiya xweser a Rojava yekser mûxatab bê dîtin. Her wiha hate gotin ku divê Erdogan bê darizandin.

*Ûkraynayê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Hêza Aştiyê li herêma Donbassê ya li ser sînorê Rûsyayê bi cih bike.

*Meclîsa Nûneran a ku li Tobrûk a li rojhilatê Lîbyayê ye ragihand ku Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya li Trablûsê erka xwe nîne ku bi Tirkiyeyê re li ser erkên li deryayê peymanê îmze bike.

*Li Endonezyayê li şikeftekê 'wêneyê herî kevn ê şikeftê yê dinyayê' hate dîtin. Lêkolîneran ragihandin ku wêneyê nêçirvaniyê beriya 44 hezar salî hatiye xêzkirin.

*Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ku di sala 2017'an de hevsera xwe kir alîkara xwe, di meha dawî ya sala 2019'an de parlament fesih kir.

*Lîdera Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandiyayê Sanna Marîn a 34 salî bû serokwezîra herî ciwan a dinyayê.