Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin

Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya ku gelek welatan îmze nekiriye, di civîna li bajarê Marakeşê ya Fasê de hate qebûlkirin.

Nûnerên 150 welatan tevlî civîna li Marakeşê bûn. Pakta Global a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşengtiya wê dike, ligel nerazîbûnên nîjadperest û kesên dijberî koçberan, hate qebûlkirin.

Li gorî agahiyên NY a ku li Marakeşê diyar kiriye, armanca wan ew e ku ‘ji bo koçberiyeke ewle û bi pergal’ hewl didin hevgirtina navneteweyî xurt bikin.

Tê diyarkirin ku dengdana teqez ew ê di 19’ê Kanûnê de li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de were kirin.

Pakta Koçberan hê jî li ser wê nîqaş tên kirin. 15 welatan xwe ji peymanê vekişandin an jî biryarên xwe dan sekinandin.

Nûnerê taybet ê derbarê koçberiyê yê Neteweyên Yekbûyî Loûîse Arboûr got, "Gelekî seyr e ku li dijî Paktê ev qas dezenformayon tê kirin. Pakt bi tu awayî mafê koçberiyê ava nake û tu zextan li dewletan ferz nake."

Ev Pakt mafê mirovan û yê zarokan diparêze, prensîbên serweriya neteweyî diyar dike û ji bo koçberiyê pêşniyazan li welatan dike. Pakt girtinên bêyî hincet qedexe dike û girtina koçberan wekî çareseriya dawîn diyar dike.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan ev tekst qels e û mafên ji bo karkerên koçber û alîkariya mirovî kêm e.

Refleksên nîjadperest jî diyar dikin ku ev tekst wê li ber koçberiyeke bêyî kontrol veke. DYE’yê di Kanûna 2017’an de diyar kiribû ku ew xwe ji tekstê vedikişîne. 9 welatan jî piştî pesendkirina peymana li New Yorkê ya di 13’ê Tîrmehê de xwe vekişandin. Di nav welatan de Awûstûrya, Awûstralya, Şîlî, Komara Çekê, Komara Domînîkê, Macarîstan, Letonya, Polonya û Slovakya hene.

Li temamî dinyayê 259 milyon koçber hene. Ev hejmar dike 3,4'ê ji sedî yê nifûsa dinyayê.