Otorîteyê olî yê li Iraqê piştevaniya çalakgeran kir

Otorîteyê olî yê bilind ê Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî destek da tevgera protestoyî ya li Iraqê ku çar roj in didome û bang li rayedaran kir ku bersivê bidin daxwazên çalakgeran.

Çalakiyên protestoyî yên li paytexta Iraq Bexdayê çar roj in didomin. Di navbera çalakgeran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî.

Li gorî rayedaran li gelemperiya Iraqê di çalakiyan de bi giştî 34 kes hatine kuştin ku 4 ji wan polîs in û 30 jî xwepêşandêr in.

Li gorî hin çavkaniyan jî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çalakiyên protestoyî Sêşemê li Bexdayê dest pê kirin û li tevahiya başûrê Iraqê belav bûn. Di çalakiyan de karên ne li rê yên siyasetmedaran, bêkariya ciwanan û xizmetên neyînî yên cemaweriyê tên şermezarkirin.

Piştî ku çalakgeran xwe li medya civakî bi rêxistin kirin, li herêmeke berfireh a Iraqê înternet hate astengkirin.

Piştî ku çalakî li bajarên Şîa jî belav bûn otorîteyên olî ketin nava liv û tevgerê.

Li mizgefteke li Kerbelayê bi navê Ayetûllah Alî Sîstanî Ahmed El Safî axivî û got, "Divê hikumet şêweyê xwe yê çareserkirina pirsgirêkan ên li Iraqê biguherîne."

Sîstanî her wiha nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî çalakgerên aştiyane û hêzên ewlekariyê da.

Her wiha bang li Serokwezîr Adil Abdulmehdî û Serokkomar Berhem Salih û Serokê Parlamentê Mûhammed El Halbûsî kir ku reforman pêk bînin.

Sîstanî got, "Çalakî lawaz bibin jî wê ji nû ve dest pê bikin û hîn bi xurtî û girseyî pêk werin."