Osamar a ji Partiya Karker ji bo Efrînê peyam da

Parlamentera Partiya Karker Kate Osamar got bila dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrînê bide rawestandin.

Parlamentera Partiya Karker a Ingiltereyê û wezîra navnetewî ya sih Kate Osmar bi daxuyaniyekê got ew dixwazin nîşan bidin ku Kurd ne tenê ne û Partiya Karker li cem wan e.

Osamar xwest ku dewleta Tirk di cih de dawî li êrîşên xwe yên li ser Efrînê bîne û ji bo ku arîşe bi rêya danûstandinê çareser bibe bang li hikûmeta Brîtanyayê kir ku kêferatan bike.