Operasyona Îsraîlê ya li Cenînê bi dawî bû: 12 Fîlîstînî mirin
Operasyona mezin a ku Îsraîlê li herêma Cenîn a li Şerîaya Rojava ya dagirkirî dayî destpêkirin, bi fermî bi dawî bû. Di operasyonê de 12 Fîlîstînî û leşkerekî Îsraîlê mirin.
Operasyona mezin a ku Îsraîlê li herêma Cenîn a li Şerîaya Rojava ya dagirkirî dayî destpêkirin, bi fermî bi dawî bû. Di operasyonê de 12 Fîlîstînî û leşkerekî Îsraîlê mirin.
Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li Xeta Gazzeyê êrîşeke hewayî pêk anî. Piştî êrîşî artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona li Cenînê “bi fermî” bi dawî bûye û leşkeran xwe ji herêma Cenînê kişandiye.
Îsraîlê roja Duşemê operasyona leşkerî ya herî mezin a salên dawiyê, li Şerîaya Rojava lidar xistibû.
Bi sedan leşker, dron û bûldozerên aîdî artêşê ketibûn nava tevgerê. Di serdegirtinên li kampa koçberan a Fîlîstîniyan a li Cenînê de, 12 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di şer de leşkerekî Îsraîlî jî miriye.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê di operasyonê de 100 Fîlîstînî birîndar bûne ku rewşa 20 ji wan giran e.
Şerîaya Rojava ji 1967’an ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye. Bajarê Cenînê kampek a koçberan e ku weke kelha komên çekdarî yên Fîlîstînî tê pênasekirin. Berê jî gelek caran bûbû hedefa operasyonên artêşa Îsraîlê.
Di şeva Sêşemê de, ji Xeta Gazzeyê 5 roket avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî di saetên sibehê de êrîşa hewayî li ser Xeta Gazzeyê pêk anî. Hat diyarkirin ku di êrîşê de li febrîqeyeke çekan a di bin erdê de ku Hamasê bi kar dianî, hatiye xistin.
Roja Sêşemê li paytexta Îsraîlê Tev Avîvê bi wesayîtê êrîşî sivîlan hate kirin. Di êrîşê de 7 kes birîndar bûn ku rewşa yek ji wan giran e. Hamas ku ji sala 2007’an ve li Xeta Gazzeyê di bin kontrola xwe de digire, ev çalakî silav kir û got ku li kampa Cenînê bersivay yekemîn ya li hemberî sûcê ku li dijî gel tê kirine.
Li gorî AFP’ê ji serê salê û vir ve, di şerê Îsraîl-Fîlîstînê de herî kêm 190 Fîlîstînî, 26 Îsraîlî, kesek ji Ûkraynayê û Îtaliyek jiyana xwe ji dest dan.