OAS bi destwerdana leşkerî gef li Venezûelayê xwar

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) Lûîs Almagro got, ji bo têkbirina hikumeta Nîcolas Madûro divê alternatîfa 'destwerdana leşkerî' jî li ber dest be.

Lûîs Almagro li bajarê Cûcûta yê Kolombiyayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Bi dîtina min, destwerdana leşkerî ya ji bo hilweşandina rejîma Nîcolas Madûro divê ne bijarteyeke ku em ji nedîtî bên be."

Cûcûta li ser sînorê Kolombiya û Venezûelayê ye ku Venezûelayî ji vê derê derbasî nava Kolombiyayê dibin.

Sekreterê Giştî yê OAS'ê îdîa kir ku hikumeta Venezûelayê li dijî gelê xwe sûcên li hemberî mirovahiyê kiriye û mafên mirovan binpê kiriye.

Lûîs Almagro got, "Li pêşberî rev û êşên ku rê li ber vekiriye (ya hikumeta Venezûelayê), divê destpêkê hewldanên dîplomatîk bên kirin. Lê belê bijarteyên din jî divê li ber destê me bin."

Li Venezûelayê ku krîzeke giran a aboriyê heye, derman û madeyên xwarinê bi zehmetî tên peydakirin. Neteweyên Yekbûyî radihand ku ji 2.3 milyon Venezûelayiyên welatê xwe terikandine, zêdeyî 1.6 milyon Venezûelayî ji sala 2015'an û vir ve ji welatê xwe reviyne.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî meha Tebaxê bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku reva ji Venezûelayê hindik maye bibe qasî koça li Derya Spî.