NY'yê ji Lubnanê xwest ku Hîzbûllahê bêçek bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji hikumeta Lubnanê xwest ku tevgera Hîzbûllahê bêçek bike.

Di daxuyaniya Gûterres de hate gotin, "Hikumet û hêzên çekdar ên Lubnanê ji bo peydakirina çekan û xurtkirina kapasîteya xwe ya paramîlîter a Hîzbûllahê qedexe bikin, divê tevdîran bigirin, ji bo vê yekê bang li wan dikim."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Mayina Hîzbûllahê li nava şerê Sûriyeyê, rîska wê yekê bi xwe re tîne ku Beyrûtê tevlî şerê herêmî bike, aramiya Lubnanê û herêmê têk bibe."

Gûterres her wiha ragihand ku ji bo tasfiyekirina baregehên leşkerî yên Fetîh El Întîfada yên li Lubnanê jî gavek nehatiye avêtin.

Beriya vê daxuyaniyê nûnerê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danny Dannon roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan xwestine di bin sîwana hêza NY a li Lubnanê de (FINUL) "guhertinên mezin" bên kirin. Li gorî nûner, Hîzbûllah karên FINUL têk dibe û hewl dide pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bike.

Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di demeke welê de hate kirin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo vê Çarşemê serdana Îsraîlê kir.

Her wiha balkêş e ku daxuyanî piştî biryara Elmanyayê ya ji bo qedexekirina Hîzbûllahê hate dayin.