NY’yê bang li Îranê kir: Daxwazan li ber çav bigirin

Raportorên NY’yê, bang li meqamên rêveberên Îranê kirin ku rêz ji daxwazên çalakvanan re bigire, anîn ziman ku helwestên li hember çalakvanan tên bikaranîn nayên qebûlkirin

CINÊV

Raportora Taybet a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Asam Jahangîr, Raportorê Taybet ê Azadiya îfade û Raderbirînê Davîd Kaye, Raportora Taybet a Girtinên Kêfî û Înfazên Bêdaraz Agnes Callamard li gel Raportorê Taybet ê Parêzvanên Mafê Mirovan Mîchel Forst daxuyanî dan.

‘HELWESTÊN LI DIJÎ ÇALAKVANAN TÊN BIKARANÎN NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pisporên NY’yê diyar dikin ku divê rêz ji mafên xwepêşanderên li Îranê daketine qadan re bê girtin.” Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di xwepêşandanan de zarok jî di nav de ji 20’an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane û di gelemperiya welat de jî ji sedan zêdetir çalakvan hatine binçavkirin.”

Di daxuyaniya raportoran de hate diyarkirin ku ji helwestên rêveberan a li dijî çalakvanan tên bikaranîn ne razîne û wiha hate gotin: “Em jî weke rêxistinên civaka sivîl ji aqûbata kesên tên binçavkirin jî bifikarin. Divê navên kesên hatine binaçvkirin bi lezgîn bi raya giştî re bê parvekirin.

‘DIVÊ RÊVEBER RÊZ JÊRE BIGIRE’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mudaxeleyên hişk ên hikûmetê ya li dijî xwepêşandana û sîstema cezakirinê bi ti awayî nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Em bang li hikûmetê dikin ku rêveber divê li dijî çalakvanan bikaranîna hêzê bê sînordarkirin, divê rêz ji mafê civaka aştiyane û mafê derbirîn û îfadeyê ya xwepêşanderan re bê girtin.”

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Birîn hemû tevnên civakî tê wateya îxalala mafê cidî yên mirovan.”

‘DIVÊ HÊ ZÊDETIR KES NEYÊ KUŞTIN’

Raportorên NY’yê diyar kir ku li şûna li kêşeyên çima xwepêşandan derketine nêzîkatiya êrîşkirina li hember çalakvanan nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Ji bo hemû meqamên Îranê mafê azadiya civakî û îafadeya hemû mirovan di nava şatiyê de pêk bîne, divê bi lezgîn bikeve nava tevgerê û ji bo hêzêdetir mafê bingehîn ê mirovan biparêzin û hê zêdetir mirin pêk neyên bikevin nava tevgerê.”