NY: Tirkiye ambargoya çekan a li Lîbyayê binpê dike

Li gorî rapora veşartî ya pisporên ji kontrolkirina ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî berpirsyar, Tirkiye, Urdun û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ji sala 2011'an ve ambargoya çekan a li dijî Lîbyayê binpê dikin.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe gihand rapora pisporên Neteweyên Yekbûyî, pispor gihîştin encameke bi vî rengî: "Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Urdun û Tirkiye bi rêk û pêk û carna jî bi rengekî eşkere çek şandin Lîbyayê."

Dîplomatên Neteweyên Yekbûyî Urdun sûcdar kirin ku perwerdeyê dide yekîneyên mareşal Halîfe Haftar ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dikin. Yekîneyên Haftar ji bo bidestxistina Trablûsê operasyonê dikin ku Trablûs di destê 'Hikumeta Yekîtiya Neteweyî' de ye ku ev kom piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên naskirin. Erebistana Siûdî jî tê sûcdarkirin ku balafirên şer ên bombardûmanê ji bo bi kêrî yekîneyên Haftar bê bi kar tîne.

Di raporê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgiriyê dide hikumeta li Trablûsê ya Serokwezîr Fayez El Sarraj û ji wesayitên zirxî heta bi balafirên bêmirov ên şer materyalan pêşkêşî yekîneyên leşkerî dike.