NY li dijî gotinên dijminatiyê planekê amade dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir, li dijî gotinên dijminatiyê ku bi taybetî di pirsgirêkên mezin ên mîna koçberiyê de tên kirin, ew planeke têkoşînê amade dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gûterres di rûniştinên 40'î yên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku ew li dijî gotinên dijminatiyê planekê amade dikin.

Gûterres got, "Nefret hem li demokrasiyên lîberal, hem jî li sîstemên otorîter êdî bûye mijareke ji rêzê."

Sekreterê Giştî yê NY'ê nav eşkere nekir, lê diyar kir ku hin partiyên siyasî û lîderên wan, nêrînên tundperestan ji xwe re dikin propaganda û kampanya hilbijartinê.

Gûterres, ji bo bersivê bide van gotinên nijminatiyê, şêwirmendê xwe yê pêşîgirtina li qirkirinê Adama Dîeng ê ji Senegalê wezîfedar kir ku stratejiyekê amade bike û planeke têkoşînê ya global pêşkêş bike.

Gotinên nîjadperestî û dijminatiyê, li gelek welatan bû sedem ku atmosfera siyasî nebaş bibe. Li Fransa û Elmanyayê hefteyên dawî dijminatiya li Yahûdiyan derkete pêş.

Antonîo Gûterres, kampanyayên ku li dijî Hevkariya Cîhanê ya li ser Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî tên meşandin rexne kir. Li gorî vê peymanê ku ne ferz e, divê pêla koçberiyê bi rengekî baş bê birêvebirin.