NY ji bo Efrîqaya Navîn hişyariya birçîbûnê da

Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Komara Efrîqaya Navîn ku ji nû ve tundî lê zede bûye hişyariya birçîbûnê da.

Koordînatorê karên mirovî yê Komara Efrîqaya Navîn a Netewên Yekbûyî (NY) Najat Rûşdî wiha got; “Eger rewş wiha bidome, eger mirov nevegerin zeviyên xwe û ji bo vegera kesên koçber bûyîn rewş û merc neyên avakirin wê felaketek mezin çêbibe.”

Rûşdî ev hişyarî da; “Di nava çend salan de li Komara Efrîqaya Navîn wê birçîbûn çêbibe. Rewş diyar e, em qala 10 kesî nakin em qala bi sed hezaran mirovî dikin.”

Buroya Karên Mirovî ya NY OCHA di daxuyaniyekê de ragihand ku krîza mirovî bi lez ber bi xirabbûnê ve diçe û bal kişand li ser koçberiya zorê, şert û mercên bê ewlehiyê û astengkrina alîkariyên mirovî yên ji bo sîvîlan tên şandin.

Li Komara Efrîqaya Navîn hema bêje hemû dibin bandora komên çekdar de ne. Li welatê ku 4.5 mîlyon nifûsa wê heyî di nava welatên herî feqîr ên cîhanê de cih digre. Lê di aliyê elmas, zêr û ûranyûmê de welatekî dewlemend e.

Li gorî NY zêdetirî 2.9 mîlyon kes yanî 63 ji sedî yê welat pêdiviya wan bi parastin û alîkariya lezgîn heye. Nîvê wê (1.6 mîlyon kes) pêdiviya wan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.