NY banga berdana girtiyan kir

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji bo li girtîgehan pêşiya şewba vîrûsa Koronayê bê girtin, daxwaz kir ku girtiyên nexweş û kal bên berdan.

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY Mîchelle Bachelet banga lezgîn kir ku li hemû cîhanê divê girtî bi lezgîn bên berdan.

Bachelet got: “Divê hikûmet û rayedarên berpirs, ji bo hejmara li girtîgehan kêm bike bi lez û bez bikeve nava xebatê.” Komîserê Bilind hişyariya ku ‘ di serî de yên herî kal û nexweş dîsa kesên rîska bi nexweşiyê ketinê hene’ bên berdan kir.

Wezîrê Edaletê yê Fransa tedbîrên ku bikare 5 heta 6 hezar girtî bên berdan pêşkêş kir. Girtîgehên Fransa ji girtiyan tije ne. Li girtîgehên ku xwedî kapasîteya 61 cihî nêzî 70 hezar kes hene.

Bi taybet li welatên mîna Tirkiye û Sûriyeyê ev rewş di asta zengê de ye. Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan HRW diyar kir ku eger ku kesek tenê jî li girtîgehên Sûriyeyê bi vîrûsê bikeve wê dawiya wê karesat be.

Li Tirkiyeyê jî bi rejîma AKP’ê re welat veguheriye girtîgehek ser vekirî. Di nava 14 salan de nêzî 200 girtîgehên nû ava kirin. Di serê maha yekem a sala 2020’ê de jî 4 girtîgehên nû vekir. Li welat bi giştî 366 girtîgeh hene û kapasîteya van bi giştî 233 hezar kes tê ragihandin. Nifûsa girtîgehan jî li ser 300 hezar kesî re ye. Bi rengekî din li ser kapasîteyê re nêzî 70 hezar kes hene. Belavbûna vîrûsa Korona ya li girtîgehan weke gefeke cidî tê dîtin, fikar hene ku encama wê bi karesatekî mezin be.