NY: 821 milyon kes birçî ne 

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di sala 2017’an de bi  felaketên avhewayê re hejmara mirovên birçî li gorî salên din zêde bûne. 

Di nava 3 salên dawî de hejmara mirovên ku pirsgirêkên birçîbûnê (xwarin û vexwarinê) dijîn bê navber zêde dibin. Di salên berê de rêjeya birçîbûnê kêm bûbû.

5 saziyên Neteweyên Yekbûyî raporek hevpar weşandin û li gorî raporê germahî, lêhiyên girêdayî avhewayê, ziwabûn bûye ‘sedemê krîza herî bingehîn ya birçîbûnê’ Sala 2017’an  hejmara mirovên birçî weke 821 milyon hate hesapkirin.

Di sala 2016’an de ev hejmara 804 milyon bû. Afrîka herêma herî zêde bandor bûyî û ev jî bal dikêşe ser xwe. Li vê parzemînê sedî 21 ji şêniyên wê birçî ne. Bi vê re sedî 11.4 ji nifûsa Asya, sedî 6.1 ji nifûşa Amerîkaya Latîn û Karayîp, sedî 7 ji Okyanûsya û sedî 2.5 ji nifûsa Amerîkaya Bakur û Ewropa birçî ne.

Rapor ji aliyê Rêxistina Çandinî û Gida ya NY (FAO), Fona Zarokan a NY (UNICEF), Bernameya Xurekan a Cîhanê (PAM) û Rêxistina Tendirûsityê ya Cîhanê (WHO) ve hate amade kirin. Li gorî raporê li Ewropa 2 welat li gorî welatên din hê bêhtir nîfûsa birçîbûnê lê heye. Sedî 5.5 ji nifûsa Arnavûtlûk û sedî 5.6 ji nifûsa Sirbistanê.

Di raporê de hate gotin ku ‘Em ji rewşa xirab ya li Amerîkaya Başûr’ bi fikar in’, cihê ku herî zêde birçîbûn lê heyî Yemen hate nîşandan. Li gorî raporê sedî 34 nifûsa Yemenê birçî ne.