Nivîskarê Cezayîrî: Erdogan hatina te, ne bi xêr be!

Tê payîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê biçe Cezayîrê. Nivîskarê Cezayîrî Kamel Daoûd got “Li ser navê kesên ku te ew kuştine, girtine û êşkence li wan kirine, Erdogan hatina te, ne bi xêr be”

Kamel Daoûd nameyeke vekirî ji Erdogan re şand û xwest ku bila Erdogan neyê Cezayîrê. Name di rojnameya Hûffpost Algerîayê hate weşandin û di nameyê de hate gotin ku, “Li ser navê kesên ku te ew kuştine, girtine û êşkence li wan kirine, Erdogan hatina te, ne bi xêr be.”

Di nameyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Bi xwîn û hêsirên ku zarokên me dîl girtin û giyanê me pûç kirin, jixwe me berdêla xwe da. Tu jî di nav vê malbatê de yî, tu wan fînanse dikî, piştgiriya wan dikî û tu dixwazî bibin şefekî navneteweyî.”

Îslamperestî ya ku tu ji xwe re bi kar tînî, bû sedema dilşikestina me û me ji bîr nekir. Hûn ji azadî û fikra azadiyê nefret dikin, kêfa we ji komkirina pereyan a bi rêya olê tê. Hûn li ser pişta me dixwazin bibin xelîfe.”

(…) Na, rêzdar Erdogan, tu ne mirovê alîkariyan î, tu ne alîgirên azadiyan î. Hûn Kurdan qir dikin û hûn rêgeza ku divê gel qedera xwe tayîn bikin jî, naparêzin.

Hûn ji bo cangoriyên Rojhilata Nêz digirîn û lê bi celadên wan re peymanan çêdikin. Xeyala we ne rûmeta me ye, xeyala we xelîfetî ye. Em zextên we, girtîgehên we yên ku her roj tijî dibin û derewên we ji bîr nakin.”

(…) Em di bin zextan de jî bin, em welatê azadî û rûmetê ne. Erdem û azweriya te têra vî tiştî nake.

We Tirkiye kir girtîgeheke servekirî. Di heman demê de we welatê xwe kir bazara xizmên xwe. Em dixwazin ku kesên girtî, êşkence li wan hatine kirin û zarokên ku hatine qetilkirin li jiyanê bimînin. Tu îluzyonek î. Tu jî bi vî tiştî dizanî, em jî dizanin.

(…)Wekî Îslamperestên din hûn serfiraziya kesên din didizin û li ser navê Xwedê yan jî dîrokê xelîfe diyar dikin.

(…) Tu ne li ser axeke rizgarbûyî ye. Wekî bavikên te yên ku em li vê derê kirin mêtingeh, tu yê li vê derê şaxan venedî. Tu tenê dikarî bibî îluzyonê fetîhê.