Nîveka germa 2016'an wê bi 1,2 pileyî zêde bibe

Germa îsal di nava 11 mehên destpêkê de bi rengekî balkêş zede bû. Tê payîn, heta dawiya salê ev rêjeya germê bigihîje asta rekorê.

Li gorî pîvaneka Daîreya Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa 11 mehên destpêkê yên îsal, li gorî nîveka sedsala 20'an di asta ji sedî 0,93 pileyî de zêde bûye. Bi vî rengî, zêdebûna germa ku par 0,7 pileyî bû, îsal bi 0,23 pileyî zêde bû.

Li gorî texmînan, wê ev germ heta 31'ê Kanûnê bigihêje asta rekorê ya 1,2 pileyî. Fenomena El Nîno ya li okyanûsan û zêdebûna germa li Arktîkê, wê bandorê li vê germahiya global bike. Germa li Arktîkê di rewşeke asayî de diviyabû niha li binê sifirê di 25 pileyî de bûya. Lê niha di binê sifirê de di 5 pileyî de ye.

Ji ber vê germê, qeşa li Antarktîkayê di asteke bilind de heliyan. Qeşa ku di navbera salên 1981-2010'an de bi qasî 16,3 mîlyon çargoşe bû, di meha Mijdarê de daket 14,5 mîlyon çargoşeyî.

Eger germa global bi rêjeya ji sedî 1,2 zêde bibe, hingî peymana par li Parîsê di konferansa avhewayê COP21 de hate qebûlkirin, wê bêwate bimîne. Li gorî vê peymanê wê germa global li gorî rêjeya sala 1880'ê heta dawiya sedsala 21'an di asta ji sedî 1,5 heta 2 pileyî de bihata hiştin.