Nîvê Elmanan dixwazin Merkel îstifa bike!

Li gorî anketeke dawî, nîvê Elmanan dixwazin lîdera demokratên Xiristiyan Angela Merkel tavilê îstifa bike.

Tevî ku di ser hilbijartina federal a 24'ê Îlonê re sê meh derbas bûne jî li Elmanyayê hikumet nikare ava bibe. Eleqeya ji bo siyasetmedara demokratên Xiristiyan Angela Merkel jî kêm dibe. Merkel ku serokwezîra herî demdirêj a li Ewropayê vê wezîfeyê dike, xwe amade dike ku ji bo serdema çaremîn jî serokwezaretiyê bike. Lê belê stêrka Seroka Giştî ya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel mîna berê nema dibiriqe.

Rojnameya Dîe Welt bi şîrketa lêkolînê ya raya giştî Cîveyê anketek da amade kirin. Li gorî encamên vê anketê, 46 ji sedî yê Elmanan dixwazin Merkel dest ji serokwezaretiyê berde. Li e ylaetên rojhilatê welêt jî, ku cih û warê Merkel e, ev rêjeye digihêje 54 ji sedî.

17 ji sedî yê beşdarên anketê dibêjin, Merkel a ku bi Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) re kir nekir nekarî koalîsyonê ava bike, eger di hevdîtinên bi Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî encamekê bi dest nexe, divê tavilê îstifa bike.

Rêjeya Elmanên ku li ber îstifaya Merkel radibin û dixwazin wezîfeya xwe bidomîne, 8 ji sedî ye. ji partiya merkel CDU jî rêjeya mirovên dixwazin Merkel tavilê îstifa bike, 16 ji sedî ye. 32 ji sedî yên CDU jî dixwazin, herî dereng heta dawiya vê serdema meclîsê Merkel îstifa bike.