Nexweşiya Ebola: Hejmara miriyên li Kongoyê 2 hezarî derbas kir

Nexweşiya Ebola ya ku li Komara Kongo ya Demokratîk belav dibe, bû sedema mirina zêdetirî 2 hezar kesî.

Meqamên tenduristiyê ragihand ku ji Tebaxa 2018’an û vir ve nêzî 3 hezar bûyerên vê nexweşiyê tesbît kirine. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji roja Înê ve 2 hezar kesî derbas kir.

Li gorî daxuyaniya hatiye belavkirin, ji serê belavbûna nexweşiyê û vir ve mirina 2 hezar û 899 kesî piştrast kiriye, 105 bûyerên muhtemel û 3 hezar û 4 bûyer jî tesbît kirine. Bi giştî ev hate gotin: “Hezar û 901 bûyer hatine piştrastkirin, 105 bûyer jî muhtemel 2 hezar û 6 kes” mirine.

MSF'ê diyar kir, tevî vê asta metirsîdar a şewba sorikê jî aktorên sereke û yên alîkariyê dikin bi xemsarî tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji 8.9 milyon dolar ê ku pêwîstî pê heye ku li dijî nexweşiya sorikê hewldan bê kirin tenê 2.6 milyon dolar hatine komkirin.

Li Komara Kongo ya Demokratîk ji havîna derbasbûyî û vir ve derdora 1700 kesî ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan.

Şewba nû ya Ebolayê ku ji 1’ê Tebaxa sala borî ya li Komara Kongo ya Demokratîk destpê kir, ji sala 1976’an ve bû cara dehan a şewb belav dibe. Hate ragihandin ku şewba Ebola ya di dîrokê de ya duyemîn e. Şewba Ebola ya sala 2014’an belavî Lîbya, Gîne û Sîerra Leonê û heta gihişte Efrîqaya Rojava 11 hezar kes mirin.