Newroz li Arjantînê hat pîrozkirin

Li paytexta Arjantîn Bûonos Aîresê, Newroz ji aliyê bi sedan kesî ve hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji alyê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Arjantînê hat organîzekirin. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Erol Polat, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Sendîkaya Xebatkarên Cemaweriyê/ATE Marcelo Nono Frondîzî jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên civakî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiya Newrozê li salona Navenda Kar a CTA/Arjantînê pêk hat. Piştî axaftinan hunermend Sosin û Koma Dansê ya Kaîane bi govenda gelêrî ya Ermenî derket ser dikê.

Li salonê, stantek ji pirtûka "Koka Şaristaniyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan, ku bi Spanyayî hatiye wergerandin, cih girt. Her wiha pankartên Newrozê yên bi Spanî û Kurdî hatin daliqandin. Li salonê, bi wêneyan kooperatîfa jinê ya li Rojava hat nasandin. Li salonê wêneyen Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan jî hat vekirin.

Endamê KNK'ê Erol Polat di destpêkê de axivî û qala wateya Newrozê ji bo Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn kir.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Sendîkaya Xebatkarên Cemaweriye (ATE) Marceol "Nono" Frondîzî diyar kir, ew gelekî kêfxweş û serbilind e ku malovanî ji pîrobahiya Newrozê re dikin.

Frondîzî û got, "Weke ATE ji niha û pê ve jî wê deriyê me her tim li Kurdan vekirî be û em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Ji bo me ya girîng e ew ku piştgiriyê bidin têkoîna wan û bibin hevparê vê têkoşînê. Hêvîdar im, ji bo di dema pêş de em karekî berfirehtir ê hevpar bimeşînin, vîneke xurtir nîşan bidin."

Piştî axaftinan hunermenda Kurd Sosin konserek da. Dûre Koma Dansê ya Kaîane, govenda gelêrî ya Ermeniyan nîşan da. Şev bi gerandina govendê qediya.