Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîbûna krîza li Yemenê bang kir

Rêveberê Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî Achim Steiner ji bo bidawîbûna krîza herî giran a mirovî ya li Yemenê bang kir.

Rayedarê payebilind ê Neteweyên Yekbûyî Steiner ji AFP'ê re got, "Mixabin krîza herî giran a mirovî ya li dinyayê ye û her giran dibe, ji ber ku dijminatî û şer didome, zêdeyî 20 milyon kes ku yek ji sê parên nivûsê ye pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye."

Steiner bal kişand ser soza ji bo alîkariyê ya di destpêka sala 2019'an de li Cenevreyê di konferansê de hatin dayin û diyar kir, Neteweyên Yekbûyî heta niha tenê 36 ji sedî yê wê alîkariyê kariye kom bike.

Di wê konferansê de soz hatibû dayin ku derdora 2,6 milyar dolar alîkarî ji bo Yemenê bên komkirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî xwestibû ji bo Yemeniyan derdora 4 milyar dolar alîkarî bê komkirin.

Li gorî saziyên mirovî yên cuda, di şerê Yemenê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan sivîl in.