Neteweyên Yekbûyî ji bo astengdaran bang li hikumetan kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres bang li hikumetan kir, ji bo astengdaran ku li tevahiya cîhanê derdora milyarek mirov in, tevdîran werbigirin.

Gûterres daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev mirov di demên asayî de jî ji aliyê perwede, tedawî û kar ve gelek zor û zehmetî dikişandin."

Gûterres diyar kir, "Pandemî dibe sedema gefên nû, newekheviyê zêde dike" û bal kişand ser lawaziya astengdaran a li pêşberî vîrûsê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Bang li hikumetan dikim ku astengdaran bixin navenda jinûve avakirinê û tevdîrên li dijî Covîd-19." Gûterres bal kişand ser jinûve avakirina aborî û xwest, di mijara wergirtina tevdîran de bi astengdaran bişêwirin û bikin ku astengdar ji hewldanên li dijî Covîd-19 sûdê werbigirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Ji bo rizgarkirina jiyana mirovan divê em astengdaran tevlî tevdîran bikin û mafên wan ên wekheviyê misoger bikin."