Neteweyên Yekbûyî bang lî Îranê kir: Şîddetê neke

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Al Huseyîn daxuyanî da û bang li rayedarên Îranê kir ku bila li dijî bûyerên li Îranê şîddetê nekin.

Al Huseyîn got ku, “Divê protestoyên aştiyane sûc neyên hesibandin. Çalakiyên bi vî rengî parçeyekî meşrû yê pêvajoya demokratîk e.”

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Al Huseyîn têkildarî bûyerên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Al Huseyîn bang li rayedarên Îranê kir ku bila çalakiyên protestoyê bi rêyên demokratîk pêşwazî bikin û ji bo kuştinên di çalakiyan de lêpirsînê bidin destpêkirin.

‘DIVÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ WERE BICIHANÎN’

Komîserê NY’yê Al Huseyîn xwest ku bi kuştin û birîndarbûna di bûyeran de bi awayekî şefaf were lêpirsîn û got, “Zarokekî 11 salî jî tê de nêzî 20 kes hatine kuştin û bi sedan kes hatine girtin. Ev tişt me aciz dike. Divê Îran hurmetê nîşanî mafên girtî û xwepêşanderan bide û jiyana wan mîsoger bike. Di heman demê de divê rayedarên Îranê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin.”

Al Huseyîn diyar kir ku divê daxwaz bi rêya diyalogê werin çareserkirin û Îran wekî polîtîkaya şîddetê ya sala 2009’an nêzî van bûyeran jî nebe. Al Huseyîn bal bir ser vî tiştî ku kesên tevlî protestoyên çalakiyan dibin divê neyên binçavkirin û girtin.