Netanyahû yê bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin, bi avakirina hikumetê hate erkdarkirin

Li Îsraîlê erka avakirina hikumeta nû dan destê Benyamîn Netanyahû ku bi karên nelirê tê sûcdarkirin.

Li Îsraîlê, du hefte piştî hilbijartinên giştî, Serokkomar Reûvîn Rîvlîn serokwezîrê heyî Benyamîn Netanyahû ji bo avakirina hikumeta nû wezîfedar kir.

Serokkomar Rîvlîn anî ziman ku wî li ser bingeha pêşniyarên partiyan ev biryar wergirtiye.

Rîvlîn ku endamê berê yê partiya rastgir a Netanyahû Lîkûdê ye, diyar kir ku hem ji aliyê manewî ve hem jî ji aliyê exlaqî ve ev biryar ji bo wî biryareke bi hêsanî nebû.

Normal Serokkomar namzetê ku piştgiriya 61 parlamenterî digire diyar dike, lê belê di halê hazir de kesî piştgiriyeke di vê astê de wernegirtiye.

Netanyahû ku bi partiya 'Siyonîmza Olî' ya rastgiriya tund û Ortodoks a Ûltra re tifaq kiriye, piştgiriya 52 wekîlan bi dest xistiye. Lapîd Yaîr ê navendî piştgiriya 45 wekîlan stand.

Netanyahû yekane serokwezîr e ku di dîroka Îsraîlê de dema li ser erk e bi sê dozên ji nelirêtî, sextekarî û îstîsmara baweriyê tê sûcdarkirin.

Wezîfeyeke zehmet li ber Netanyahû ye. Siyaseta welêt parçe bûye. 120 kursiyên li parlamentê di nava 13 partiyan de hatine parvekirin.

Namzet divê di nava 28 rojan de hikumetê ava bike. Ev dem bi 14 rojên din dikare bê dirêjkirin. Eger alî nikaribin koalîsyonekê çêbikin, hingî hilbijartineke nû dikare bê kirin. Ev jî dikare welêt bixe nava krîzê.