Netanyahû wê têkildarî îdîayên bertîlê îfadeyê bide!
Li gorî hin nûçeyan, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ketiye ber lêpirsîna bertîlê û dibe ku di rojên pêş de polîs li wî guhdarî bike.
Li gorî hin nûçeyan, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ketiye ber lêpirsîna bertîlê û dibe ku di rojên pêş de polîs li wî guhdarî bike.
Li gorî nûçeya qenala televîzyonê 2 a li vî welatî weşanê dike, Netanyahû ji 2 karsazan ku yek jê biyanî ye bertîl girtiye. Di nûçeya qenala televîzyonê de hat ragihandin, polîs wê di rojên pêş de li ser îdîayên bertîlê li Netanyahû guhdarî bike.
Li gorî nûçeya qenala 2, ji bo îfadegirtinê destûr ji Wezareta Edaletê hatiye girtin û balkêş e navê polîsên ku îfadeya Netanyahû bigirin jî eşkere kir.
Polîsê Îsraîlê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, agahiyên li ser Serokwezîr Netanyahû gava 'dema wê hat' wê bên eşkerekirin.
Îdîayên lêpirsîna Netanyahû, piştî ku gelek parlamenterên mûxalefetê serî li Dadgeha Bilind dan û pirsî ku çima têkildarî serokwezîr lêpirsîn nayê vekirin, ket rojevê. Ev serlêdan di hefteyên bihurî de hatin kirin û rexne hatin kirin ku li ser îdîayên kirîna keştiyên binê avê yên Elman, Wezareta Edaletê lêpirsîn nedaye destpêkirin.
Benyamîn Netanyahû beriya niya qebûl kiribû ku ji karsazê Fransayî Arnaûd Mîmran ê bi 8 salan cezayê girtîgehê û 283 mîlyon cezayê pereyan hatibû cezakirin, pere standiye.
Di raporeke mufetîş de, ku meha Gulanê hate weşandin, li ser hin ger û geştên Netanyahû û malbata wî hatibû rawestîn, ku ev ger di navbera salên 2003-2005'an dema Netanyahû Wezîrê Maliyeyê bû, hatin kirin.