Netanyahû: Di mijara nukleerê de Îran derewan dike

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû îdîa kir ku armanca Îranê ji hilberîna ûranyûma dewlemendkirî çeka nukleerî ye û got, "Tehran derewan dike."

Piştî ku DYE'yê xwe ji Peymana Nukleerê ya Viyanayê vekişand, Îranê biryar wergirtibû ku berpirsyariyên xwe yên di peymanê de hatin destnîşankirin pêk nîne. Di vê çarçoveyê de li navenda nukleerê ya li bajarê Fordo yê Îranê bernameya dewlemendkirina ûranyûmê şeva Çarşemê ji nû ve dest pê kiribû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îdîa kir ku Îran ji bo çeka nukleerî ûranyûmê dewlemend dike û bang kir ku zexta li Îranê bê xurtkirin.

Netanyahû careke din îdîa kir ku Tehranê dest ji armanca xwe ya afirandina çeka nukleerî bernedaye.

Netanyahû bang li civaka navneteweyî kir û got, "Dixwazim ku civaka navneteweyî hişyar bibe. Dixwazim ku civaka navneteweyî tevlî hewldanên DYE û Îsraîlê bibe ku zextê li Îranê bike ku Îran ne tenê li dijî Îsraîl û Rojhilata Navîn her wiha ji bo tevahiya dinyayê metirsî ye."

Îran îdîa dike ku karê xwe yê ku bi Peymana Nukleerê hatiye rawestandin ne ji bo afirandina çeka nukleerî ye. Netanyahû îdîa kir ku der barê karên nukleerî yên Îranê de 'daneyên berbiçav' hene ku haya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî jê nîne û ji bo îdîayên Îranê jî got, "Îran hîn jî derewan dike."