Netanyahû: Îran 'şantaj'ê li civaka navneteweyî dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû daxuyaniya Îranê ya der barê zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî nirxand û îdîa kir, ku Tehran şantajê li civaka navneteweyî dike.

Rêveberiya Tehranê Duşemê daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku wan rêjeya sê sed kîlogram ûranyûma dewlemendkirî derbas kirine ku ew rêje sala 2015'an di Peymana Nukleerê de hatibû destnîşankirin. Tê zanîn ku ev yek bersiveke li vekişîna Emerîka ji peymanê û ferzkirina pêkanîna li Îranê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê îdîa kir ku derbaskirina rêjeya destnîşankirî ya ûranyûmê 'şantaj'eke Îranê ye û got, "Îranê vê hefteyê rêjeya destnîşankirî ya ûranyûma dewlemendkirî derbas kir û bi rengekî vekirî peymana nukleerê binpê kir." Netanyahû got, "Rejîma Îranê bi binpêkirina peymanê re dixwaze şantajê li civaka navneteweyî bike û bi vî rengî zexta lê tê kirin kêm bike."
Netanyahû diyar kir, li dijî pêngava dawî ya Îranê divê civaka navneteweyî tawîzê nede û zextên li Îranê girantir bike.

Netanyahû Duşemê jî bi daxuyaniyekê ji bo pêkanînên li dijî rêveberiya Tehranê bang kir. Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî ku bi vekişîna ji peymana nukleerê rê li ber krîza bi Îranê re vekir hişyarî dabû Îranê û gotibû, "bi agir dilîze."