Nerazîbûnên li hemberî polîtîkaya Swêdê ya derbarê El Holê zêde dibe

Hikumeta Swêdê red kiribû ku zarok û jinên di nav refên DAÎŞ’ê de bûn û a niha li Kampa El Holê ne werbigire. Piştî Neteweyên Yekbûyî, Saziya Parastina Zarokan a Swêdê hikumet şermezar kir.

Di nav welatên Ewropayê de, herî zêde ji Swêdê kes tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bûne. Piştî ku DAÎŞ’ê êrîşên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê da destpêkirin, nêzî 300 kes tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne.

Swêd ji bo ku ev kesên ji bo wê bûne problem rizgar bibe, mirov dikare bibêje ku çûna wan a ji bo Sûriye û Iraqê teşwîq kiribû.

Li gorî texmînan kesên ji Swêdê tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne, 50 kes mirine û 150 kes jî vegeriyane Swêdê. Di girtîgehên QSD’ê de jî tê diyarkirin ku 15 çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Swêdê hene.

Li Kampa El Hol jî nêzî 20 jin û 30 zarokên çeteyan hene. Nîqaşên li ser van kesan di rojeva Swêdê de cihekî girîng digire.

Di meha Sibatê de Neteweyên Yekbûyî name ji 57 welatan re şandibû yên ku hemwelatiyên wan li kampên El Hol û Rojê hene û xwestibû bila ev welat hemwelatiyên xwe werbigirin. Swêdê wergirtina hemwelatiyên xwe red kiribû.

Şefê Hiqûqê yê Wezareta Karê Derve Carl Magnûs nameyek weşandibû û diyar kiribû ku “Armanca wan ev e ku zarokên çeteyan ên hemwelatiyên Swêdê bînin Swêdê.” Lê Swêdê diyar kiribû ku tu berpirsyariya wan tuneye ku ew dayikên van zarokan bînin Swêdê.

Rêveberiya Xweser a Rojava jî gelek caran ji hikumeta Swêdê re ragihandibû heke zarok û dêya xwe werin veqetandin ev sûcekî dermirovahiyê ye.

Çavdêrê Saziya Parastina Zarokan a Swêdê Jeo Bergea diyar kir ku heke zarok ji dêya xwe werin veqetandin ev ne alternatîf e û di warê hiqûqî de jî ne mimkun e.