Nêçira bi elektrîkê masî û candarên deryayê diqelihîne

Nêçira bi elektrîkê ya li Derya Bakur gefeke mezin li jiyana xwezayî ya li deryayê dixwe.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê sala 1998'an qedexe kir ku bi elektrîkê masî bê girtin. Lê belê ji sala 2006'an û vir ve bi rengekî îstîsnayî destûr ji masîgirên Hollandayî yên li Derya Bakur re tê dayin ku bi rêbaza elektrîkê masiyan bigirin. Di bin navê "lêkolîna zanistî" de heta niha herî kêm 84 caran destûr ji vê yekê re hate dayin. Dibe ku bi biryara komîsyonê, destûr ji welatên din re jî bê dayin.

Li gorî pêşnûme biryara komîsyonê ya ji bo guhertinê, ku 21'ê Mijdara 2017'an hate qebûlkirin, bi rêjeya 5 ji sedî wê destûr ji welatên din re jî bê dayin ku bi vê rêbazê nêçirê bikin.

Parlamenta Ewropayê jî îsal meha Sibatê biryar da û pêşniyar kir ku masîgiriya bi elektrîkê bi temamî bê qedexekirin. Lê belê ji bo ev biryar bi cih were anîn, divê 28 welatên Yekîtiya Ewropayê yek bi yek bên qanihkirin.

GELEK CANDARÊN DERYAYÊ DIQELIHIN

Nêçira bi elektrîkê, bi elektroşoqê tê kirin. Ji bo girtin masiyan ceyran li wê qadê tê belavkirin û di wê demê de hem masiyên li wê herêmê dimirin, hem jî hemû candarên dikevin ber şoqa elektrîkê zerarê dibînin. Gelek ji wan jî dibirin. Li gel candaran, her wiha zerar li hêkên wan jî dibe.

Li gorî lêkolîna komeleyeke bi navê Bloom, du ji sê parên candarên deryayê yên bi elektrîkê tên girtin, ji nû ve tên berdan. Sedema vê yekê jî ew e ku piraniya candarên di dema elektroşoqê de tên girtin, ne ew masî ne ku tên xwestin.

Li gorî anketeke li Hollandayê hate kirin, zêdeyî nîvê masiyên morîna yên bi elektrîkê hatine zevtkirin, hestiyê pişta wan şikestî ne. Wekî din, nayê zanîn bê di dema dayina elektrîkê de bandoreke çawa li masiyên mezin ên weke balîna û sêmasî dibe.

Gelek komeleyên li Fransa, Îngilîstan û Belçîkayê gilî û gazinan dikin ku li cihên masîgirên Hollandayî nêçirê dikin, cûreyên masiyan kêm in. Tê texmînkirin ku ji ber nêçira bi elektrîkê, piraniya masî û candarên deryayê diqelihin.