NAV-DEM: Di 3’ê Adarê de em li Berlînê bin!

NAV-DEM’ê ji bo xwedîlêderketina berxwedana Efrînê banga tevlêbûneke zêde ya mîtînga li Berlînê kir.

NAV-DEM’ê ji bo meş û mîtînga ji bo xwedîlêderketina berxwedana Efrînê ya di 3’ê Adarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NAV-DEM’ê bal kişand ser têkiliya qirêj a di navbera dewleta Tirkiyeyê û Elmanyayê û diyar kir ku di meşê de ew ê ji vê tifaqê re bibêjin ‘Êdî bes e!’

WÊ DEWLETA TIRKIYE Û ELMANYAYÊ WERE PROTESTOKIRIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ev mîtîng ew ê bi pêşengiya akademîsyen, bijîşk, hunermed, siyasetmedar, saziyên sîvîl ên civakî, xwendekar û femînîstan were lidarxistin. Ev mîtîng li dijî şerê Erdogan wê hevdîtineke bi heybet be. Di heman demê de ew ê ji Gabrîel û Merkel re were gotin ku, ‘Nebin hevkarên şerê Erdogan.”

‘QIRKIRIN TÊ KIRIN; EM Ê PIRA MIROVAYETIYÊ AVA BIKIN!’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qirkirin li Efrînê tê kirin û êrîşa li dijî konwoya gelê sîvîl nîşana vî tiştî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji Berlînê heta Efrînê em ê pira mirovayetiyê ava bikin.”

NAV-DEM’ê diyar kir ku, “Êdî dema xwedîlêderketina berxwedana Efrînê ye. Em berxwedana Efrînê li Elmanyayê belav bikin! Em şer bidin sekinandin û xwedî li kantonên aştî û azadiyê derkevin.”