NAV-DEM: Berkpinar emrê xwe da ser rêya gelê Kurd

NAV-DEM’ê bal kişand ser vî tiştî ku welatparêzê Kurd Ekrem Berkpinar emrê xwe da ser rêya azadiya gelê Kurd û got, “Em ê bigihêjin armanca ku wî dixwest.”

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê têkildarî Ekrem Berkpinarê ku wefat kir, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘JI SALA 1987’AN Û VIR VE DI NAV XEBATAN DE BÛ’

Di peyama NAV-DEM’ê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Ekrem Berkpinar beşeke dirêj a jiyana xwe da ser rêya azadiya gelê Kurd. Berkpinar sal û nîvek e li dijî penceşerê têdikoşiya. Ji ber wefata Berkpinar em gelekî xemgîn in.

Berkpinar ji sala 1987’an û vir de bi awayekî çalak di nav xebatên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girt û di saziyên wekî Yekîtiya Elewiyan de, Federasyona Elewiyan de, KNK û PKDW’ê de cih girt. Di heman demê de Berkpinar di dema Med Tv’yê de yekemîn kes bû ku li ser Elewiyan bernameyên televîzyonê çêdikir. Ji ber wefata bira, rêheval û dostê me Berkpinar em gelekî xemgîn in.”

NAV-DEM’ê diyar kir ku Berkpinar emrê xwe da ser rêya azadiya gelê Kurd û got, “Heval Ekrem, bila çavê te li dû nemîne, em ê bigihêjin armanca ku te dixwest. Em ber bi armancê ve dimeşin û em ê bimeşin.”