Nasrallah ji Siûdî re got: Hûn êrîşê bibin ser Îranê wê we tine bikin

Hîzbûllah li ser Siûdiyan, ku bi mehan e bi Îranê re di qirika hev de ne, got, wê Siûd ''tine bibe''.

Lîderê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah ji televizyoneke Lubnanê re axivî û got wê şaşitiyek be ku Siûd êrîşê bibin ser Îranê.

Nasrallah got di rewşeke wiha ya êrîşê de Îran wê Siûdî ''tine bike' û aboriya Siûdî ya li ser petrolê şibande 'krîstalê''. Nasrallah got, ''Xwe nekin lîstika êrîşeke li ser Îranê, ji ber ku wê we tine bikin. Mala we ji krîstalê ye, aboriya we ji krîstalê ye. Çawa ku bajarên Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî ji krîstalê bin wiha.''

Nasrallah bi van gotinan êrîşên bi droneyan destnîşan kir ku 14'ê Îlonê pêk hatibû û hilberîna petrolê ya Siûdî sekinandibû.

Nasrallah diyar kir pergala berevaniya nû ya Siûdiyan piştî êrîşê dixwazin bi cih bikin wê têrê neke ku berevaniyê li welêt bike û xwest ku rêveberiya Riyadê dawî li şerê milîsên Hûsî yên Şiî yên li Yemenê bîne.