Nameya ji Trûmp re: ‘Qirkirina Asûr,Ermen û Rûman’ nas bike

Seyfo Center û saziya Evangelîstên Amerîka,’Susek Evangelistic Association’  ku bi milyonan alîgirên wan hene nameyek ji Serokdewletê DYA’yê Donald Trump re şandin da ku qirkirina Asûr-Sûryan, Ermen û Rûman nas bike.

Dr. Ron Susek û Sabrî Atman li ser navê saziyan îmze kirin û di navmeyê de ji Trump xwestin ku pêşengiya naskirina qirkirina Asûr-Sûryan, Ermen û Rûman bike.

Di nameye de hate gotin, ‘’Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û hevkarê stratejîk ê Amerîkayê ye, nayê wê maneyê ku divê di mijara mafê mirovan de ji xwe bide.’’

Di nameya hevpar de Susek û Atman gotin qebûlnekirina qirkirina 1915’an li Tirkiyê hişmendiya qirker zindî dihêle, derî li qirkirinên nû vedike û gotiin ev rewş jî ziyanê dide Tirkiyê.

Di nameye de hate gotin, beriya ku werin hilbijartin gelek namzetên serokddewletiyê yên Amerîkayê soz dane ku qirkirina 1915’an qebûl bikin lê piştî ku hatine hilbijartin li ser soza xwe namene û got ji Trump xwestin ku xalekê li vê deyne û qirkirina Ermen, Rûm, Asûr-Sûryanan qebûl bike.