Muzakereyên agirbestê: Îsmaîl Haniye li Qahîreyê ye

Zextên navneteweyî ya ji bo agirbesta şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe. Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye, ji bo hevdîtinek nû ji bo agirbestê roja Sêşemê çû Qahîreyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê Hamasê ve hate dayîn de, hat diyar kirin ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê ku navenda wê li Qeterê ye “Wê bi rayedarên Misrê re li ser rewşa siyasî û rewşa li herêmê hevdîtin” pêk bîne.

Di dawiya hefteya borî de li Parîsê di navbera dîrektorê CIA Wîllîam Burns, rayedarên Misrê, Îsraîl û Qetarê de civînek pêk hatibû. Tê peyîn ku Haniye û şandeya pê re derbarê vê hewldanê de helwesta xwe rave bike.

Li gorî çavkaniyekî Hamasê, tevger sê qonaxên pêşniyariyê lêkolîn dike. Di ya yekemîn de agirbesta 6 hefteyane ku, tê de Îsraîl dê 200-300 girtiyên Filistînî li beramberî 34-40 dîlgirtiyên li Xezeyê serbest berde û her roj wê destûr bê dayîn ku 200-300 kamyon alîkarî derbasî xaka Filistînê bibe.

Hamas di her agirbestekê de ji bo alîkarî zêdetir bikeve vê herêma biçûk, weke şertekî teqez ferz dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî hişyarî kir ku piştî şerê zêdeyî 4 mehan a li Xezeyê gel ‘ji birçînan dimirin.’

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu vê hefteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku daxwazên Hamasê 'xeyalî' ne.

Rayedarekî DYE’ê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antonî Blinken wê "di nava çend rojên pêş de" vegere Rojhilata Navîn û piştgiriyê bide hewldanên ji bo agirbesteke duyemîn a gengaz. Rayedar, diyar nekir bê ka kîjan welat in.

Agirbesta heftiyekê ku di dawiya meha Mijdarê de pêk hat, bibû wesîle ku alîkarî zêdetir derbasî Xezeyê bibe û nêzî sed ji 250 dîlgirtiyên ku di 7'ê Cotmehê de dîl hatibûn girtin û girtiyên Filistînê serbest bên berdan. Li gorî Îsraîlê hat ragihandin ku hê jî 130 dîlgirtî li Xezeyê girtî ne û 30 ji wan mirine.