Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê hewldanên diyalogê pûç dike
Li Venezûelayê ku bandora krîza aboriyê lê zêde dibe, mûxalefeta rastgir hewldanên diyaloga bi desthilatdariya sosyalîst re, pûç dike.
Li Venezûelayê ku bandora krîza aboriyê lê zêde dibe, mûxalefeta rastgir hewldanên diyaloga bi desthilatdariya sosyalîst re, pûç dike.
Li Venezûelayê ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê krîza aboriyê lê der bûye, tê payîn enflasyona îsal bigihêje aste ji sedî 500'î. Li Parlamentê jî, aloziya siyasî ku ji aliyê mûxalefeta rastgir ve tê derxistin, her dewam e.
Hevîtinên bi navbeynkariya Vatîkan û Yekîtiya Başûrê Amerîkayê (Unasur) ve tên meşandin, ji ber lihevnekirina nava koalîsyona partiyên mûxalîf ên rastgir MUD'ê bê encam man.
MUD desthilatdariya sosyalîst a 17 salan weke berpirsyarê krîza aboriyê dibîne. Di danûstandinan de MUD şertê berdana 'hin mûxalîfên' li girtîgehê ferz dike. Serokdewlet Nîcolas Madûro jî vî şertî qebûl nake. Madûro dibêje, rewşa girtîgehan ne mijara muzakereyan e.
Di vê pêvajoyê de ku danûstandin xitimîn e, balkêş e roja Yekşemê ji aliyê hin girtiyan ve greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Beşdarên greva birçîbûnê ji Madûro dixwazin hemû mehkûmên siyasî berde.
Nîcolas Madûro, ku piştî Hûgo Chavez jiyana xwe ji dest da di sala 2013'an de bû Serokdewlet, weke berpirsyarê krîza aboriyê ya vî welatî tê dîtin, ku krîzê piştî kêmbûna buhayê petrolê dest pê kir. Piştî ku mûxalefet di hilbijartinên giştî yên par de bi ser ket û piraniya endamên Parlamentê bi dest xist, zextên ji bo îstifakirina Madûro zêde kir.
MUD ku ji rastgiriya navendî heta rastigiriya tund zêdeyî sih partî endamên wê ne, îdîa dike ku Madûro yê pêşdîtina kêmbûna buhayê petrolê nekiriye, li dijî krîzê tedbîrên pêwîst negirtiye.
Lê belê di kampanya îmzeyan a ku mûxalefetê ji bo pêkhatina referandûma li ser girtina ji wezîfeyê ya Madûro da destpêkirin, gelek karên ne li rê hatibû tespîtkirin. Hatibû îdîakirin, ku mûxalefetê bi sed hezaran îmzeyên sexte daye hev û beşeke girîng a ji van îmzeyan jî ji aliyê dadgehan ve hatibûn betalkirin.