‘Mûxalefet’ li Cinêv-8’ê tenê ma!

Heyeta mûxalefetê ya ku hêzên herêmî piştgiriya wan dike li Cinêv-8’ê tenê man û ne diyar e ku heyeta rejîmê ya ku vegeriyabûn Şamê gelo wê vegerin Cenevreyê yan na.

Tûra 8’emîn a civîna Cinêvê ya ku ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê were avakirin bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî tê kirin, ji ber beşdarnebûna heyeta rejîmê bi civînên heyeta ‘mûxalefet’ê re didome.

Heyeta rejîmê ya ku hefteya borî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra pêşniyaznameyeke ku ji 12 xalan pêk tê, pêşkêşî wan kiribû, ji bo ku biryara xwe bikin yek vegeriyabûn Şamê û hê venegeriyane Cenevreyê.

Lê li gorî nûçeya ajansa rejîmê ya Sûriyeyê SANA’yê hate îddîakirin ku wê heyeta Şamê vegere Cinêvê.

Ji ber ku rejîm heta niha venegeriyaye Cenevreyê civîn bi komên din ên bi navê Ekîba Riyadê tê kirin.

Têkildarî civînên duh û îro yên bi heyeta ‘mûxalîf’ re hê Neteweyên Yekbûyî tu daxuyanî nedaye.