Mueller: Dibe ku Trûmp ji destwerdana li darazê were darizandin

Dozgerê Taybet Robert Mueller ku têkilî destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartina 2016'an a Emerîkayê îfade dayî, her çendî rasterast Trûmp sûcdar nekiribe jî bi gotinên xwe ameje pê kir ku Trûmp dikare were darizandin.

Dozgerê Taybet ê FBI'yê Robert Mueller ku têkilî destwerdana Rûsyayê ya li hilbijartina 2016'an di ji bo sûda Donald Trûmp li qanadê jerên ên Kongreyê, li Meclîsa Nûneran îfade dayî, Serokê DYE'yê Trûmp sûcdar kir.

Mueleler got Rûsya destwerdaneke giştî û sîstematîk li hilbijatinnan kiriye û ev jî êrîşek ji wan êrîşên mezin  ên dîroka Emerîkayê ye, ku bi ser demokrasiyê de hatiye kirin. Lê Mueller got ti delîleke berbiçav tine ku Trûmp di mijara hilbijartinê de bi Rûsyayê re bi hevkarî tevgeriyaye.

JI BER DESTWERDANA LI DARAZÊ DIBE KU WERE DARIZANDIN

Li gorî Mueleer pirsgirêka herî mezin a li ber Trûmp ew e ku ji ber sedema lêpirsînê hewl da ku pêşiya darazê bigire. Mueller got ew ê wan agahiyên bê ka Trûmp sûc kiriye yan na, par ve nekin lê li gel vê jî, ji ber sûcdariya destwerdana li darazê dibe ku were darizandin. Mueller got, piştî ku dema peywirê ya Trûmp qediya ev ê bibe.

Mueller li ser pirsa, bê ka Trûm ji ji rapora lêpirsînê bi temamî fihil bûye yan na jî, got ''na''.