Mûçeyên kêmtirîn ên li Yekîtiya Ewropayê hê jî gelekî kêm in
Li gorî lêkolînek Weqfa Hans-Bocklerê, mûçeyên li 22 welatên Yekîtiya Ewropayê zêde bûbin jî, mûçeyên kêmtirîn hê jî di asta yek ji sê parên mûçeyên xebatkaran de ne.
Li gorî lêkolînek Weqfa Hans-Bocklerê, mûçeyên li 22 welatên Yekîtiya Ewropayê zêde bûbin jî, mûçeyên kêmtirîn hê jî di asta yek ji sê parên mûçeyên xebatkaran de ne.
Li gorî lêkolînek Weqfa Hans-Bocklerê, li 22 welatên Yekîtiya Ewropayê ku qanûna mûçeyên kêmtirîn heye, her çend mûçe zêde zêde bûbin jî, mûçeyên kêmtirîn hê jî di asta yek ji sê parên mûçeyên xebatkaran de ne.
Di lêkolîna weqfa ser bi yekîtiya sendîkayên Elman DGB de hat ragihandin, li 21 ji 22 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), ji 1'ê Çileya 2017'an û vir ve mûçeyên kêmtirîn zêde bûye. Li gorî vê yekê, tenê li Yewnanîstanê ji ber daxwaza saziya krediyê ya navneteweyî, mûçeyên kêmtirîn nehat zêdekirin.
HERÎ ZÊDE LI LUKSEMBÛRGÊ, HERÎ KÊM LI BÛLGARÎSTANÊ
Di lêkolînê de hat destnîşankirin, li Elmanyayê ku mûçeyên xebatkaran li gorî welatên din bilindtir e, mûçeyê kêmtirîn serê saetê brut 8,84 Euro ye. Di lêkolînê de hat ragihandin, ev yek li Fransayê 9,76, li Luksembûrgê 11,27, li Hollandayê 9,52, li Belçîkayê 9,28 û li Îrlandayê 9,25 e.
Li Bûlgarîstanê 1,42, li Romanyayê jî 1,62 ye.
Di sala 2016'an de, di nava welatên ku mûçeyên kêmtirîn lê zêde bûn de Spanya bi 8,1'ê di rêza yekemîn de ye. Li Elmanyayê ji sedî 4, li Belçîkayê ji sedî 2 û li Fransayê jî ji sedî 0,9 mûçeyên kêmtirîn zêde bûn.
Li aliyê din, mûçeyên kêmtirîn ên li Fransayê, di asta ji sedî 50 ê mûçeyên nîveka xebatkarên li glemperiya welêt e. Ev rêje li Elmanyayê ji sedî 43 ye. Li Spanyayê ji sedî 31, li Yewnanîstanê ji sedî 32, li Komara Çekê jî ji sedî 33 ye.
Di lêkolîna Weqfa Hans-Bockler de hat ragihandin, li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) li 80 welatî pêkanîna mûçeyên kêmtirîn heye. Li gorî vê yekê, Moldavya bi 0,56 Euro serê saetekê, xwedî mûçeyê herî kêm e. Li Brezîlyayê ev yek 1,10 Euro ye.
Mûçeyên kêmtirîn ên li Tirkiyeyê, saet 2,73 Euro ye. Mûçeyên kêmtirîn herî zêde li Awûstralyayê tê dayîn, ku ev yek jî ji bo saetê 11,89 Euro ye.