Moskova: Dema ku hemû alî li hev kirin wê agirbest destpê bike

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, anî ziman ku dema li Sûriyeyê hemû alî di mijara bê ka wê çawa agirbest li geleperiya welat pêk were de li hev bike, wê demê wê agirbest bikeve meryetê.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ê civînek ji çapemeniyê re lidar xist, wiha got: “Ji bo bi temamî şer bê rawestandin û ji bo agirbest li gelemperiya Sûriyeyê bigire nava xwe, dema hemû alî di mijara bê ka wê çawa agirbest bê kirin de li hev kirin û şûnde, wê demê wê agirbest bikeve meryetê.”

Lavrov, destnîşan kir ku ev agirbesta “Çalakiyên li dijî komên terorîst ên DAIŞ, El Nûsra û komên hevkarên wê bi ti awayî nagire nava xwe.”

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê bi piraniya dengan pêşnûmeya agirbestê erê kiribû. Daxwaza hate kirin, bê ku dem bê windakirin divê bikeve meryetê.

Tirkiye destnîşan kir ku wê agirbestê bi cih neîne. Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron dema bi mevkîdaşê xwe yê Tirk Erdogan bi rêya telefonê axiviye bibîr xistiye ku Efrîn jî dikeve nava vê agirbestê.