Misr li ber Sûdan û Tirkiyeyê rabû: Planên 'Osmanî' tên kirin

Biryara Sûdanê ya ji bo radestkirina Girava Sewakinê ji bo Tirkiyeyê li Misrê deng veda. Hemû aliyan ev biryar red kirin û tekez kirin ku ev gaveke ji bo vegerandina împeratoriya Osmanî ye û ji hêla miletê Misrî ve nayê pejirandin.

Piştî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li paytexta Sûdan Xertûmê, nêzîkatiya herdu welatan reaksyoneke bêhempa li welatê Misrê afirand. Bi taybetî ku peymana Girava Sewakin a li ser Deryaya Sor hate îmzekirin. Li gorî wê peymanê, hikumeta Sûdanê giravê radestî Tirkiyeyê kir.

Gelek rayedaran ew peyman weke metirsiyeke yekser li ser Misrê destnîşan kirin. Her wiha  vegerandina împeratoriya Osmanî li deverên derdora Deryaya Sor bi nav kirin. Rayedaran hişyariyeke mezin dan ku Tirkiyee, Qeter û Sûdan girêdayî tevgera Ixwan El-Muslimîn in û armanca wan ziyanê li ewlehiya Misrê bikin. Bi taybetî gelek bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê li welatên Somalî, Erîtîrya û Sûdanê hene.

Di çend demjimêrên dawiyê de, dengên gelek çavdêrên Misrî bilind bûn û bang kirin ku mafên welatê wan ên dîrokî di Girava Sewakin de hene. Wan çavdêran li ser pêwîstiya daxwaza giravê tekez kirin, da li hemberî daxwazên Sûdanê bo deverên Helayib û Şilatîn helwestekê bidin. Ew herdu dever cihê nakokiyên mezin in di navbera Sûdan û Misrê de û dosyaya wan jî li Netewên Yekbûyî hatiye pêşkêşkirin.

Girava Sewakin nêzîkî peravên Misrî ye, dora 650 km ji Helayib û Şilatînê dûr e. Di hundirê giravê de deverên dîrokî hene û di dema berê de ew ji bo Sûdanê keştîgeha sereke bû. Bajarê kevin li ser giraveke mercanî hatibû avakirin û hemû avahiyên wê bûne kavil û şûnwar.

Li gorî rojevê, diyar e ku di demeke nêzîk de wê pirisgirêkên mezin di navbera Qahîre û Xertûmê de rû bidin. Wisa di şerê ragihandinê de xuya ye, ku çapemeniya Misrî êrîşî serokê Sûdanê Umer El-Beşî û rejîma wî dike. Ew êrîş heta demeke nêzîk li Misrê qedexe bû. Her wiha, gelek serkirdeyên siyasî û leşkerî li ser televîzyonan derdikevin û rewşê bi tundî rexne dikin û ev tişt bêyî pejirandina serokatî û aliyên saloxgêrî nayê kirin.

Di daxuyaniyeke televizyonî de, fermandarê leşkerî yê Misrî yê berê, general Mistefa Kamil tekez bi wê yekê kir ku girava Sewakin devereke Misrî ye û nabe ku Sûdan wê radestî Tirkiyêyê bike, da kontrola xwe li derdora Deryaya Sor firehtir bike.

Kamil daxwaza berdana hêzên Sûdanî ji Helayib û Şilatînê kir, her wiha destnîşan kir ku daxuyaniya serokê Sûdanê derbarê rêkeftineke ewlekarî bi Tirkiyêyê re, tiştekî metirsîdar e. Bi taybetî ku Sûdan weke hevkarekî stratîjîk bo Misrê bû, lê niha berê xwe dide Tirkiyeyê û Qeterê.

Ji hêla xwe ve, rêveberê berê yê karûbarên moralî û leşkerî li Misrê, general Semîr Ferec diyar kir ku biryara radestkirina Sewakin ji bo Tirkiyeyê, wê rewşa stratejîk a herêmê bi giştî û ya Deryaya Sor bi taybetî biguherîne.

Ferec amaje kir ku girav di sala 1629 bingeheke leşkerî ya Tirkî bû û ji wir êrîşên xwe li ser Yemenê pêk anîn û wisa axaftina xwe dewam kir; "Radestkirina Sewakin, tê wateya ku Tirkiye dixwaze operasyonên lojistîk li herêma me pêk bîne."

Berpirsê Misrî daxuyaniya xwe wiha dom kir: "Rojev ji bo me zelal dike ku Tirkiye daxwaza dijminatiya Misrê dike, bi taybetî piştî ku Erdogan li pêşiya parlementa Tirkî got ku hemû çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Iraq û Sûriyê derketine, ji bo Misrê hatin şandin. Hemû endamên dijîtiya Qahîrayê dikin li Tirkiyeyê ne. Ragihandina wî welatî bo êrîşan li ser sîstema Misrî tê bikaranîn."

Di dewama axaftina xwe de Ferec got ku, girava Sewakin tenê 200 km ji sînorê Misrê dûr e, ji lewre, hebûna Tirkan tê de metirsiyê li ser ewlehiya Qahîreyê diaferîne û wisa şîroveya xwe domand; "Kontrolkirina Tirkî bo gravê tê wateya ku şûna lingê wê li Deryaya Sor çê dibe û ev yek bandorê li qebaka Siwês a Misrî, dike."

Pisporê Misrî yê karûbarên Tirkî Mihemed Hamid got ku radestkirina Sewakin diyar dike ku Sûdan dixwaze bandora Erdogan li bakurê Afrîkayê bi hêztir bike û ev yek tê wateya ku serdema Osmanî li herêmê dîsa divegere. Bi taybetî li derdora Deryaya Sor û welatê Yemenê ku li wê deverê şerekî tund diqewime.

SEWAKIN MISRÎ YE

Rojnameyên Misrî gelek gotar belav kirin û tê de tekez kirin ku mafên dîrokî yên Misrê di Girava Sewakin de hene û ew ne devereke Sûdanî ye.

Nivîskarê Misrî Ebas El-Terabîlî di gotara xwe de ya li rojnameya "El-Misrî El-Yewim" wisa got: "Eger em vegerine sala 1899'an, dema ku artêşa Misrî xaka Sûdanê vegerande kontrola xwe, hate lihevkirin ku sînorê wê yê başûr li (xêza firehiyê ya 22 bakur) e, ev tê wateya ku Sewakin ne di hundirê sînorê Sûdanê yê niha de bû. Li gorî dîrokê, artêşa Misrê, di dema şoreşa Mihdiyan de, ji wê deverê nevekişiya bû û xaka Sewakin Misrî ma, li gorî rêkeftina Tirkî bi Xidêwî Imaîl re ya sala 1866'an. Serketinên me yên mezin di şerê Heşîm, Tofirek û Tamayî de, şahdebûna vê rastiya dîrokî destnîşan dikin."

Nivîskarê Misrî wisa pirsa xwe anî ziman: "Gelo ji mafê Misrê ye ku giliyê xwe li cem Neteweyên Yekbûyî bike da doza vegerandina mafên xwe di Girava Sewakin de bike!, bi taybetî ku Umer El-Beşîr girav radestî Tirkiyêyê kir."

Her wiha, doz li rayedarên Misrî kir ku vegerin nexşe û belge yên kevnar da mafê welatê xwe di Sewakin de piştrast bikin.

Di dawiya gotara xwe de Hamid tekez kir ku miletê Misrê dest ji mafê xwe di Girava Sewakin de bernade û got: "Em qet napejirînin ku Sewakin ji bo Erdogan bê pêşkêşkirin."