Misir,Yewnan û Qibris: Peymana ewlehî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de ne rewa ye

Wezaretê Karên Derve ya Misrê, Qibris û Yewnanistanê nerazîbûn nîşanî peymana ku duh di navbera Tirkiyê û Lîbyayê çêbûyî de da û diyar kirin ku peymana hevkariya ewlehî û deverên deryayî ya di navbera Enqere û Lîbyayê de hatî îmzekirin, ne rewa ye.

Serokwezîrê Karên Derve yê Misirê Semîh El-Şukrî roja Pêrşemê ango duh bi Wezîrê Karên Derve yê Qibrisê Nîkos Dendiniyas û Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Xerîstodolîdis re li ser peymana di navbera Tirkiye û serokwezîrê Lîbiya Fayêz El-Sirac ya derbarê ewlehî û deverên deryayî de hatî ragihandin bi rêya telefonê gotûbêj kirin.

Berdevkê Wezerta Karên Derve yê Misrê Ehmed Hafiz got: “Wezîran diyar kirin ku ti hiqûq û gîrîngiya wan peymanan nîne. Ji ber ku mafê El-Sirac tineye ku bi tena serê xwe peymanê îmze bike. Li gorî peymana "Al-Suxeyrat" li kêleka vê ti bandorî li ser huqûqa welatên peravên deryaya spî nake.”

Têkildarî heman mijarê Wezareta Karên Derve ya Misrê daxuyaniyek da û bêyî ku agahiyekî derbarê naveroka peymanê bide, piştrast kir ku ev peymane li gorî madeya 8’an a peymana navxweyî ya "Elsuxeyrat" a ku Lîbiyayê jî qebûlkirî, nayê pejirandin. Ji ber ku madeya 8’an mafê encûmana serokatiya wezîran destnîşan dike û li gorî wê hatî diyarkirin ku mafê serokwezîr nîne bi tena xwe peymanan di navbera xwe û dewletên din de îmze bike. Ji berk u ew karê encûmanê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku weke tê zanîn bi rengekî berbiçav endamtiya encûmena serokatiya wezîran kêm e û ev hate gotin: “Di nûnertiya herêmên Lîbiyayê de ji ber aloziyên navxweyî walatiyên mezin hene lewma hewldanên Fayêz El-Sirac ya ji bo avakirina navendên destûrî ya bi dewletên din re, binpêkirina eşkere ya peymana "Alsuxeyrat"ê ye.

Her wiha îmze kirina her du peymanên hevkariyê ya di warê ewlehî û deverên deryayî de weke ku hatî raghandin ne qanûniye. Ji ber vê yekê ti bandorê neyînî û eleqeyekî wê bi berjewandî û huqûqa welatên din ên li peravên deryaya spî nîne. Her wiha bandora peymanan li ser pergala diyarkirina sînorên deryayî ya herêma Rojhilata Navîn jî tine ye.

Di heman demê de Wezareta Karên Derve ya Misrê civaka navnetewî şiyar û eşkere kir: “Divê civaka navnetewî bi berpisyartiya xwe rabe da ku bi vê nêzikatiya neyînî re rû bi rû nemîne. Divê hewaldanên navdewletî bi koordîne û bi hevkariya bi birayên Lîbyayê re di çerçovaya rê û rêbazên Berlînê berdewam be da ku bighîje rêkeftineke giştî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hemû aliyên aloziya Lîbyayê. Her wiha ji bo parastina yekbûna axa Lîbyayê, sererastkirina rola saziyên dewletê û di tekoşîna li dijî teror û rêxistinên tundrew û parastina ewlehiyê alîkarî bide Lîbyayê.”

Misirê metirsiya xwe ya ku pêvajoya siyasî ya li Berlînê wê ji van pêşketinên neyînî bandor bibe jî diyar kir.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma faşîst û qirker a Tirkiyê ji valahiya siyasî ya di Lîbyayê de ku ji ber aloziyên navxweyî çêbûye ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Beriya niha Lîbyayê dewleta Tirkiyê hişyar kiribû ku wê wan weke dijmin bihesibînin û wisa nêzîk bibin, di rewşekî wiha de pêkanîna peymanekî wisa bal dikêşe.