Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, ji hêza pirneteweyî ya li Kendavê veqetiyan

Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereb (MYE) da xuyakirin ku ji Hêzên Deryayî yên Yekbûyî li Kendayê veqetiyane.

Karên Derve ya MYE’yê daxuyaniyeke nivîskî ragihand, got: “Du meh berê piştî nirxandina bi hevkariya bandorbar a hemû hevkaran, Mîrektiyên Yekbûyî Ereb, ji Hêzên Deryayî veqetiyan.”

MYE jî di nav de, ji bo welatên herêmê ku petrolê hildiberînin, bi bazara dinyayê ve girê bidin, li Kendavê rêgeheke taybet ya çûyînê ye, ev çend meh in ku bûyer zêde bûne.

Îranê, piştî ku Kendava Ummanê dest da ser keştiyekê, hefteyekê bi şûn de serê meha Gulanê, dest da ser tankêreke Panama ya ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibû.

Keştiya dawîn ku ji Dûbaiyê veqetiya, çû ber bi Fûjaîrahê ku keştîgeheke din a MYE’yê ye.

Çend roj bi şûn de, Washîngtonê da zanîn ku wê hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde bike. Hêzên Deryayî yên DYE’yê ragihand ku ew bi hevkarên xwe yên li herêmê re ji bo zêdekirina rotasyona li Kendavê ya keştî û balafiran dixebitin.

Îranê jî 21’ê Gulanê daxuyanî da û got ku DYE dest tê wernede, bi hevkariya bi welatên din re ewlehiya li Kendavê pêkan e.