Mîhrîcana 'li spiyan qedexe ye', tê nîqaşkirin

Mîhrîcana femînîstên Afrîkayî ya li paytexta Fransa Parîsê, ku hat ragihandin "li spiyan qedexe ye", rê li be nîqaşê vekir.

Mîhrîcana femînîstên Afrîkayî ya li paytexta Fransa Parîsê, ku hat ragihandin "li spiyan qedexe ye", rê li be nîqaşê vekir.

Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo ragihand, ku ji bo mîhrîcan were qedexekirin ew ê serî li walîtiyê bidin û gelek saziyên mafên mirovan jî nerazîbûn nîşanî çalakiyê dan. Organîzatorên mîhrîcanê jî îdîa dikin ku rastgirên tund 'nûçeyên derewîn' belav dikin.

Tê plankirin ku mîhrîcana bi navê "Nyansapo" di 28-30'ê Tîrmehê de li salonek bi navê 'Gêneralê' ya li Parîsê bê lidarxistin. Gotinên di danasîna festîvalê de hatine bikaranîn, rê li ber nîqaşê vekir. Mîhrîcana ku partiya rastgiriya tund Eniya Neteweyî (FN) jî xiste nava liv û tevgerê, bi hinceta ku 'cihêkariyê' dike, tê xwestin ku bê qedexekirin.

PIRANIYA BERNAMEYÊ JI REŞIKAN RE HATIYE VEQETANDIN

Mîhrîcan xwedî wê îdîayê ye ku bibe "Afro-femînîst a Ewropî". 80 ji sedî ya bernameya mîhrîcanê bi rengekî ku 'jinên reşik karibin tevlî bibin' hatiye amadekirin. Tenê beşeke biçûk a bernameya mîhrîcanê li her kesî 'vekirî' ye.

Partiya rastgiriya tund Eniya Neteweyî, ku li Meclîsa Herêma Ile-de-France ya Parîsê koma xwe heye, xwest, ev mîhrîcana ku bi rengê "Li spiyan qedexe ye" hatiye ragihandin, bê qedexekirin.

JI BO QEDEXEKIRINÊ WÊ HEWLDAN BÊN KIRIN

Şaredara Parîsê ya ji Partiya Sosyalîst (PS) Anne Hîdalgo da xuyakirin, ku ew ê nikaribin qebûl bikin ku çalakiyek tenê ji bo reşikan be.

Hîdalgo anî ziman, ew ê li Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê bikevin nava hewldanan û bixwazin ku mîhrîcan were qedexekirin.

Li gorî agahiyan, der barê mîhrîcanê de hê serlêdanek li Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê nehatiye kirin. Midûrê Emniyetê Mîchel Delpûech got, ew ê kontrol bikin bê li qanûnan û nirxên komarê tê yan na.

KOMELEYÊN DIJBERÊ NÎJADPERESTIYÊ, REXNE KIRIN

Saziya bi navê SOS Racîsme ya li Fransayê li dijî nîjadperestiyê têdikoşe, destek da Şaredara Parîsê û nerazîbûn nîşanî vê mîhrîcanê da ku dikare rê li ber cihêkariya etnîkî veke.

Lîga Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Antî-Semîtîzmê û Nîjadperestiyê (Lîcra) jî destnîşan kir, kku ne ya qebûlkirinê ye mîhrîcan li spiyan bê qedexekirin.

Kolektîfa femînîst a Afrîkayî ya bi navê Mwasî jî, ku mîhrîcanê organîze dike da xuyakirin, ku mîhrîcan cihêkariyê nake û bernameya wan bi nûçeyên derewîn ji aliyê rastgiran ve weke malzemeya propagandayê tê bikaranîn.