'Metirsiya li ser cihêrengiya bîo mezin dibe'

Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê bal kişand ser metirsiya li ser cihêrengiya bîo. Hate ragihandin ku ji 138274 cûreyî 38543 jê li ber tunebûnê ne.

Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev kom bû, bi daxuyaniyekê ragihand ku metirsiya li ser cihêrengiya bîo roj bi roj mezin dibe.

Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê ku mezintirîn rêxistina ji bo parastina xwezayê ya cîhanê ye, lîsteya xwe ya sor a navdar bi raya giştî re parve kir.

Saziyê ragihand ku wan lêkolîn li ser 138374 cûreyan kiriye û ji wan 38543 cûre li ber tunebûnê ye.

Di lîsteyê de marmarokê Komodo jî heye. Hate ragihandin ku ji ber guhertina avhewayê qada jiyanê ya marmarokên Komodo kêm bûye, lewma li ber metirsiya tunebûnê ne.

Marmarokên Komodo ku mezintirîn marmarokê li cîhanê ye, ji ber bilindbûna ava deryayê û germahiya hewayê li ber metirsiyeke mezin e.

Rêjeya sêmasî û vatozan ên bi metirsiyê re rû bi rûne li gorî sala 2014'an ji sedî 13 gihîştiye ji sedî 37'an.

Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê, têkildarî zêdebûna metirsiya li ser van zindiyan nêçirvaniya zêde û guhertina avhewayê weke sedem nîşan da.

Lîsteya sor a yekîtiyê ji sala 1964'an û vir ve bi armanca parastina nebat û heywanên li cîhanê tê weşandin.