Meşa enternasyonalîstan kete roja 4’an

Meşa 200 enternasyonalîstî ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên ser Efrînê ji Luxsembûrgê ber bi Cinêvê ve dane destpêkirin kete roja 4’an. Heta niha meşvanan 70 km li pey xwe hiştin, îşev ji bajarê Metzê wê biçine Lozanê.

Ji 17 welat û ji 15 neteweyan 200 enternasyonalîst bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû û ji êrîşa ser Efrînê re êdî bes e’ li Luxsembûrgê dest pê kirî di roja 4’an de berdewam dike. Meşvanên ku duh ji bajarê Talangê ketin rê, şevê dî gihaştine Metzê. Meşvanan şeva xwe li vir derbas kirin.

Meşvanên ku şevê dî bernameyên cuda danîn ber xwe, li gel bernameyên çandî her wiha semîner jî çêkirin. Di semînerê de ji gelek welatên cuda mirov hazir bûn, aktîvîstan dîroka şoreşê ya welatê xwe û ceribandinên xwe par ve kirin. Di semînerê de li ser şoreşa Rojava jî fikir hatin gotin û hate gotin ku şoreşa Rojava ji bo Amerîkaya Latîn û têkoşîna azadiyê ya dinyayê kana moralê ye. Bang hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û hemû enternasyonalîstên dinyayê divê hevgirtin wer geşkirin.

MEŞA BI  HEZARAN KES A JI LOZANÊ BER BI CINÊVÊ

Meşvan vê sibehê saet 4’an ber bi hedefa xwe ketin rê. Meşvan li bajarê Metzê bi tevahî 8 km rê meşİyan û berêvarî wê beşê meşê yê Luxsembûrgê û Fransayê biqedînin û ber bi Lozanê ve biçin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ku sibe saet 10.00’an li Lozanê wê were kirin meşvan wê ber bi Cinêvê ve biçin.

Li gel enternasyonalîstan 200 kesên ji tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropa, 150 kesên endamên Rêxistina Ewropa ya PYD’ê, bi sedan Kurdistaniyên li Swêdê dijîn wê tevlî meşê bibin û çalakvan bibin hezar û 500 kes û meşa 4 rojan dest pê bike.

Piştî meşa 4 rojan 16’ê Sibatê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NT) ya li Cinêvê tê payîn ku mîtîngek bi tevlêbûna 10 hezar kes û çalakiyan rûniştinê were kirn. Her wiha li welatên Ewropa parlamenterên Kurd, endamên meclîsê yên şaredariyan, 50 kesên hilbijartî wê tevlî çalakiya rûniştinê bibin û bi asta NY’yê hevdîtinan bikin.

Di hevdîtinan de wê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê û tecrîda li ser Ocalan were axaftin.

Heman şevê bi hezaran kes wê li otobosan siwar bibin, ji bo ku tevlî meş û mîtînga 17’ê Sibatê ya Strasboûrgê bibin, wê bi rê bikevin.