Merkel kete karantînayê
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel piştî ku temas bi bijîşkekî danîbû, vîrusa koronayê wergirt. Merkel kete karantînayê.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel piştî ku temas bi bijîşkekî danîbû, vîrusa koronayê wergirt. Merkel kete karantînayê.
Derket holê, bijîşkê ku Merkel roja Înê temas kiriye, bi vîrusa koronayê ye.
Li gorî hikumeta Elmanyayê Merkel bi lez û bez ketiye karantînayê.
Berdevkê hikumetê Steffen Seîbert diyar kir ku wê di rojên pêş de Merkel têkeve testê. Seîbert diyar kir ku Merkel wê di karantînayê de jî xebatên xwe bidomîne.