Merkel: Di derbarê êrîşên sîberî yên Rûsyayê de belge hene

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel bal kişand li ser êrîşên sîberî yên Rûsya yên li dijî wan û diyar kir ku belge hene.

Serokwezîra Elman ya ku li parlementoyê axivî, got: “Ji dil û can dibêjim ev min dêşîne. Her roj dixebitim ku li gel Rûsya yê peywendiyên baş bikim, lê belê li aliyê din di derbarê tiştên hêzên Rûs kirin de, gelek belge hene.”

Merkel bi vê daxuyaniya xwe di sala 2015 de êrîşa sîberî hem ya li dijî parlementoya Elman hem jî li dijî servîsa xwe axivî. Parlementoyê wê demê istixbarata leşkerên Rûs GRU berpirs dîtibû.

Çapemeniya Elman ev êrîşên sîber wekî paralel belgeyên taybet ên Serokwezîra Elman jî girtibûn dest.

Li gorî Merkelê di derbarê êrîşê de lêpirsîna dihate rêvebirin gumanbarek hatiye tesbît kirin. Merkel a dibêje ev bûyerek sosrete û got; “Li dijî Rûsya yê li gorî heqê xwe di derbarê tedbîrên me girtîn heta niha jî em diveşêrîn.”

Merkel dibêje, pêkanîna ji aliyê Rûsya yê ve tê kirin “Giştî ji stratejiyekê” ye, her wiha da diyarkirin di van şertan de li gel Moskovayê peywendî danîn berdewam kirin “ne hêsane”.