Meclîsa Nûneran du sûcên dijî Trûmp eşkere kir

Meclîsa Nûneran a DYE’yê di çarçoveya pêvajoya vekişandina ji kar ya Serokê DYE Donald Trûmp de, du sûcên dijî Trûmp eşkere kir.

Meclîsa Nûneran di çarçoveya vekişandina ji kar ya Trûmp de ya demokratan de Trûmp bi sûcên ‘bikaranîna xirab a peywîrê’ û ‘astengkirina kongreyê’ sûcdar kir.

Tê plankirin ku dengdayîn hefteya bê were kirin. Eger herdu sûc di rûniştina giştî de were qebûlkirin Trûmp wê bibe serokê sêyemîn ku ji aliyê Kongreyê ve tê sûcdar kirin.

Tevî vêya Trûmp yekser ji peywîrê nayê grtin ji ber ku Senato ya bi darizandinê peywîrdare dibin kontrola Komarparêzan de ye. Komarparêz li derdora Trûmp blokeke berfireh ava dikin.