Meclîsa Fransayê reforma rêyên hesinî qebûl kir

Pêşnûme qanûna li ser rêyên hesinî ku ev çend hefte ne li Fransayê bi grevan tê protestokirin ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve hate qebûlkirin.

Parlamenterên lîberal LREM ên desthilatdar û Komarger (LR) beşdarî dengdana li Meclîsa Neteweyî bûn û dengê 'erê' dan. Pêşnûme bi 454 dengan hate qebûlkirin. 80 parlamenteran jî dengê 'na' dan.

Pêşnûme qanûn divê li Senatoyê jî bê nirxandin û li wir jî dengdan li ser bê kirin. Li gorî pêşnûme qanûn, mirovên ku li şîrketa rêyên hesinî SNCF dest bi kar bikin, wê ji beşeke girîng a mafên heyî bêpar bimînin. Tê gotin ku dema destpêkirina vê pêkanînê di encama hevdîtinên bi sendîkayan re wê diyar bibe.

Li gorî pêşnûmeyê ku şîrketa SNCF ji nû ve tê birêxistinkirin, seferên trenê yên herêmî pêşkêşî reqabetê tênekirin. Konseyên Herêman ku organa herî payebilind a rêveberiya herêmî ye, divê seferên trenê yên herêmî ku navê TER lê tê kirin, herî dereng ji sala 2023'an û pê ve pêşkêşî reqabetê bêne kirin.