Manîfestoya mafê kurtajê ya bi sedan jinên Ewrûpayê

Li welatên Ewrûpayê ya ku siyasetmedarên nijadperest û dijminên jinan derdikevin pêş, bi sedan jinan ji bo parastina mafê kurtajê manîfesto weşandin.

Li Ewrûpayê ya ku partiyên nijadperest û dijminatiya jinan dikin desthilatdar in, di salên dawîn de tê dîtin ku ev partî xurttir dibin.

Ev partiyên ku têra xwe mûhafazakar in û hewl didin jinan di nav sînorên malê de asê bikin, mafê kurtajê yê jinan her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin.

343 jinên 28 welatên Ewrûpayê yên ku parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen û ronakbîr di nav wan de hene, di rojnameya Noûvel Observatîoreyê ya Fransayê manîfestoyek nivîsandin.

Manîfesto bi sernavê ‘Bedena a min e, biryar a min’ hate weşandin û têkildarî astengkirina mafê kurtajê ya li Ewrûpayê hişyarî hate kirin.

Di manîfestoyê de hate gotin, “Li gelek welatên Ewrûpayê mafê kurtajê ya zagonî bi saya têkoşîneke mezin hate bidestxistin. Lê hê jî li gelek welatan mafê jinan tuneye ku têkildarî bedena xwe biryara xwe bidin. Bi vê wesîleyê em diyar dikin ku em ê li hemberî zextên li Ewrûpayê stûyê xwe xwar nekin.”

Di manîfestoyê de nerazîbûn nîşanî gotinên Papa Francîs hate kirin ê ku serê Dêra Katolîk e. Papa Francîs diyar kiribû, kesên kurtajê dikin wekî ‘kujerên bi pereyan in’