Maliyeta 'krîza' li Katalonyayê herî kêm milyarek euro ye

Maliyeta referandûma serxwebûnê ya li Katalonyayê û krîz siyasî ya ku piştî ragihandina serxwebûnê bi zexta Spanyayê rû da, tê gotin ku milyarek e.

Wezîrê Aboriyê yê Spanyayê Lûîs de Gûîndos got, maliyeta krîza Katalonyayê li aboriya welêt bûye milyarek euro.

Lûîs de Gûîndos ji radyoya Candena Ser re axivî û qebûl kir ku mezinbûna aboriyê ya welatê wan ji ber krîza li Katalonyayê di çaryeka dawî ya sala 2017'an de kêm bûye. De Gûîndos ji ber tengaviya aboriyê, hikumeta herêmî ya Katalonyayê sûcdar kir û îdîa kir ku rewşa ne diyar e li Katalonyayê şîrketan ditirsîne.

HÊZA MOTORÊ BÛ, NIHA BÛ 'BAR'!

De Gûîndos anî ziman ku berî û piştî referandûma serxwebûnê baweriya bi aboriya Katalonyayê kêm bûye û îdîa kir ku herêma Katalonya berê 'hêza motorê' ya aboriya Spanyayê bû, lê niha bûye 'bar'.

Katalonya ku 16 ji sedî yê nifûsa Spanyayê lê dijî, bi qasî 20 ji sedî yê hatiye milî diafirîne.

ZÊDEYÎ 3 HEZAR ŞÎRKETAN KATALONYA TERIKANDIBÛN

Referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ku 1'ê Cotmehê hate kirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve hatibû qedexekirin. Berî û piştî referandûmê zêdeyî 3 hezar û 100 şîrketan navendên xwe ji vir rakiribûn herêmên din ên Spanyayê.