Malbateke Kurd Mamouchian ku sembola berxwedana Fransayê ye rizgar kiribû

Gora Missak Manouchian ê biyanî û komînîstê berxwedêr ê Ermenî ku piştî qirkirinê ji aliyê malbeteke Kurd ve hatibû rizgarkirin, wê ji Fransayê bibin Pantheonayê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku wê têkoşerê berxwedana Ermeniyan Missak Manouchian ê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ku li dijî Naziyan li ber xwe da û hate gulebarankirin di salvegera mirina xwe ya 80’emîn de di 21’ê Sibata 2024’an de bibin Pantheonê. Her wiha wê gora hevjîna wî jî ya li goristana li banliyoya Parîsê ya Ivry-sur-Seine li kêlek Manouchian veşartiye bê veguhestin.

Missak Manouchian ê ku ji qirkirina Ermeniyan rizgar bû û di sala 1925'an de weke penaber li Fransayê bi cih bû, di sala 1943'an de tevlî berxwedana komunîstan bû û di 21'ê Sibatê de ji aliyê Elmanan ve hat girtin û gulebaran kirin.

Manouchian pêşengiya tevneke berxwedanê ya gelekî çalak dikir.

Missak Manouchian di sala 1906’an de li Semsûrê hatiye dinê. Bavê wî di jenosîda Ermeniyan a sala 1915’an de hate kuştin, diya wî jî ji birçîna jiyana xwe ji dest da. Malbateke Kurd Manouchian û birayê wî yê mezin Garabed ku di temenekî biçûk de sêwî mabûn rizgar kirin.

Paşê ew birin sêwîxaneyek li Lubnana îroyîn. Li vir aliyê xwe yê nivîsandinê kifş kir û fêrî esnafiya necarî bû.

Di şerê cîhanê yê duyemîn de tevlî berxwedanê bû. Pêşî bi xebatên veşartî yên wekî belavkirina belavokan mijûl bû. Pişt re tevlî berxwedana çekdarî ya komunîst dibe. Koma ku di sala 1943’an de tevlî dibe yekane koma ku li herêma Parîsê pêşengiya têkoşîna çekdarî dikir bû. Koma FTM-MOI ya bi pêşengiya Manouchian ji havîna 1943’an û pê ve li dijî dagirkeriyê nêzî 100 çalakî pêk anîn. Dema ku hat girtin, tevî dehan hevrêyên xwe piştî darazê hatin îdamkirin.